Ne mirin ne wêranî ne xema wan e! 2023-02-13 16:37:08   RIHA - Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Nûman Kûrtûlmûş û yên pê re, li Rihayê di dema serdana mexdûrên erdhejê de kirin tîqetîq.    AKP ku piştî erdhejê nikaribû krîzê rû dayen bi rê ve bibe, di serdanên xwe yên li herêmên erdhejê de bû cihê nîqaşan. Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Nûman Kûrtûlmûş, li Rihayê serdana konên ji aliyê AFAD'ê ve hatin danîn kir. Kûrtûlmûş û yên pê re, di dema serdanê de kirin tîqetîq.    Dîmenên tîqetîqa Kûrtûlmûş ku li ser medyaya sanal bû rojev, bû cihê bertekan.