Ji rojnamegerên girtî peyama erdhejê 2023-02-13 17:06:39 ENQERE – Rojnamegerên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, ji bo malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwestin û wiha gotin: “Banga me ew e ku nûçeyên li gorî berjewendiyên civakê bên çêkirin.”    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê ku di 29’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, bi boneya erdheja Bazarcix a Enqereyê peyama sersaxiyê şandin. Rojnamegeran di peyama xwe de ji ewil bo malbatên qurbaniyan sersaxî, ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwestin. Bi domdarî rojnamegeran wiha got: “Ev ne karesatek lê komkujiyek e. Banga me ya ji bo hempîşeyên me ev e; nûçeyên bi kêrî berjewendiyên gel tên çêbikin. Em jî li vir hestên xwe yên piştevaniyê bi we re parve dikin.”    ‘EM HÊRSA KOMKUJIYÊ DIKIN’    Rojnamegeran got ku ji destpêkê ve wan her kêliyên erdhejê li ser televîzyon û rojnameyan şopandine û wiha bi dawî kirin: “Rewşa heyî nîşanî me dide ku ev ne karesat lê komkujî ye. Tiştên ku piştî erdhejê hatin jiyîn, asta komkujiyê radixe ber çavan. Em êş û hêrsa vê komkujiyê dijîn. Girtiyên li vê derê ji bo piştevaniyê alîkarî organîze kirin. Lê belê rêveberiya girtîgehê ji bo pêşîlêgirtina vê piştevaniyê, serî li astengkirinên cuda da. Lê belê israra girtiyan a di vê mijarê de ev astengî ji holê rakirin.”