HDP’iyên kum zer li qadên kavila ne 2023-02-13 18:17:46   AMED - Tîmeke lêgerîn û xelaskirinê ya ji 9 kesan pêk tê ku ji aliyê Rêxistina HDP’a Xarpêtê ve hatiye avakirin li Meletiyê li qadên kavilan şev û roj dixebitin û ji Mereşê re jî gelek malzemeyên pêwîst şandin.   Di 6’ê sibatê de bi pileyên 7,7 û 7,6 li Mereşê erdhej pêk hatin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Xarpêtê tîmeke lêgerîn û xelaskirinê ku ji 9 kesan pêk tê avakir û li qadên kavilan ên Meletiyê bi şev û roj dixebitin. Tîma HDP’ê di yek ji qadên kavilan bi alîkariya AFAD û tîmên operatör di saeta 60’î ya erdhejê de welatiyê bi navê Alî yê 85 salî xelas kirin.   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr di roja 8’emîn a erdhejê jî ji bo ku bigihînin welatiyan pêdiviyên weke av, pateyên zarokan, pedên jinan li kamyonan bar kirin û şandin Mereşê. Serokê Navçeya Navendî yê Rêxistina HDP’a Bajêr Ahmet Cîrît diyar kir ku ji roja ewil a erdhejê ve 8 pîkap alîkarî şandine û anî ziman ku hem bi awayê mirovî hem jî bi awayê manewî li cem mexdûrên erdhejê ne.