Xelkê Nûrdaxiyê bajêr di terikîne 2023-02-13 18:41:22   DÎLOK - Li Nûrdaxiyê di heman avahiyê de hem xebatên xelaskirin û lêgerînê hem jî xebatên rakirina kavilan tên kirin. Welatiyên cenazeyên xwe wergirtin jî navçeyê di terikînin.    Li navçeya Nûrdaxiya Dîlokê ku erdhejê ser û bin kiriye xebatên xelaskirin û lêgerînê berdewam dikin. Tevî ku çend roj bi ser erdhejê re derbas bûn jî hêj jî di bin kavilan de bi dehan welatî hene. Li taxên Aslanli û Yavûz Selîm li aliyekî enkaz tên rakirin li aliyê din jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin. Li bajêr di heman avahiyê de hem xebatên lêgerîn û xelaskirinê hem jî xebatên rakirina kavilan tên kirin. Ev yek bû sedemê bertekên gel.    Piştî ku bajêr hate rewşeke ku mirov nikarin lê bijîn welatiyên ku cenazeyên xwe wergirtin bajêr diterikînin. Welatiyên ku ketin avahiyên bixesar, an bi rêya vîncên biasansor an jî bi avêtina tiştan a ji jor avahiyan vala dikin. Welatiyên ku tiştên xwe kom dikin an diçin bajarên cuda an jî diçin gundên xwe. Welatiyên ku nikarin ji bin bandora erdhejê derkevin wiha gotin: “Êdî li vir nikare bê jiyîn. Ji bo me li vir tiştek nema. Me cenazeyên xwe wergirtin diçin lê kesên ku nikarin cenazeyên xwe wergirtin hene. Mirov hêj li benda xizmên xwe yên ji avahiyan derkevin in. Cenazeyên xwe bigirin ew jî dê biçin. Edî li vir nayê jiyîn. Dibêjin ‘Em ê Nûrdaxiyê ji nû ve ava bikin’ lê heke saxlem çênekin dê jinûve hilweşe.”   MA / Bêrîvan Kûtlû