Mutehitê Apartmana Erdogan hate girtin 2023-02-13 20:53:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Mutehitê Apartmana Erdogan a li Hatayê hilweşiya, Mûstafa Erdogan Keçecîoglû hate girtin.    Mutehitê Apartmana Erdogan a li Hatayê di erdhejê de hilweşiya Mûstafa Erdogan Keçecîoglû li oteleke Enqereyê ku lê dima hate binçavkirin. Keçecîoglû bi biryara 6’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Enqereyê ve hate girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku li ser îxbara e maîlekê Mûstafa Erdogan Keçecîoglû yê îhtîmala revîna wî heye ji aliyê me ve hatiye binçavkirin.