‘Ji ber efûya îmarê keyfa me hat lê em ji canê xwe jî ji xaniyê xwe jî bûn’ 2023-02-13 21:57:39   DÎLOK - Mexdûrekî erdhejê ku li Islahiyeya ser û bin bûyî kete rêya koçê, diyar kir ku ji ber efûya îmarê keyfa wî hatibû û wiha got: “Em hem ji mala xwe hem jî ji 3 canên xwe bûn.”   Li navçeya Islahiye ya Dîlokê ku ji erdheja di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcixa Mereşê bi bandor bû, li gorî hejmarên ne fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji hezaran derbas bû. Li navçeyê rakirina kavilan û xebatên tespîtkirina xesarê berdewam dikin û welatiyên ku di serî de kon pêdiviyên wan ên bingehîn nayên pêşwazîkirin navçeyê di terikînin.     ‘PERGALEKE VÊ HIKUMETÊ NÎNE’   Mexdûrekî erdhejê ku tiştên xwe kom kirin û got wê koçî Antalyayê bike wiha got: “Pergaleke vê hikumetê nîne. Em naxwazin erdê xwe terikînin lê heke navçe ji nû ve bê avakirin û bi ewle be em ê dîsa bên. Ew jî dê 5 sal an 10 sal bidomin em nizanin.”   HEZKIRINA EFÛYA ÎMARÊ   Mexdûrê erdhejê anî ziman ku bi salan e deng dide AKP’ê, dema efûya îmarê derxist bi keyfxweşî pêşwazî kir û wiha berdewam kir: “Tevî ewqas hişyariyan me mirovên zanyar guhdar nekirin. Li vir gelek guneh hatin kirin. Yek ji kesên ku bi efûya îmarê keyfxweş bû jî ez im. Lê şûna keyfxweşiyê xwezî me mirovên zanyar guhdar kiribûna û xaniyê xwe saxlem çêkiribûya. Em hem ji mala xwe hem jî ji 3 canên xwe bûn. Reîs jî derdikeve li ser televizyonê qala 10 hezar lîre dike. Dereng be jî aqlê me hate serê me.”   ‘GELEK TIŞTÊN KU BÊN KIRIN HENE’   Kadîr Çelîk ê di erdhejê de 9 nasên xwe windakirin jî anî ziman ku ji ber bi şev wesayît tune ne wê li xaçerêya otogarê bi zarokên xwe yên biçûk, hevjîn û xizmên xwe ve biçin Dîlokê. Çelîk, diyar kir ku di bin kavilan de gelek cenaze hene û da zanîn ku erdhejok berdewam dikin. Çelîk, bi lêv kir ku zarok diltirs in û wiha got: “Kesên ku derketin derveyî bajêr û çûne gundên xwe hene. Ji aliyê xwarinê ve pirsgirêk nîne. Mesele mirov dixwazin serê xwe bişon, em ê wê çawa bikin. Ji ber wê yekê her tişt ne kon e, zêdetir pêdiviyên me hene ji ber wê yekê em diçin navenda bajêr. Li navendê windahî zêde nînin.”   MA / Mujdat Can - Îbrahîm Irmak