Li gundên Mereşê goristan jî xera bûne! 2023-02-13 22:08:12   MEREŞ - Li 8 gundên Mereşê, piranî ji heman malbatê 31 kesî jiyana xwe ji dest da. Li gundan ku bi dehan xanî hilweşiyane, goristan jî xera bûne.    Erdhejên li Bazarcixa Mereşê ku di 6'ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6'an de çêbûn, di roja 8'an de ne. Bîlançoya van erdhejan ku bi deh hezarn mirov jiyana xwe ji dest dane, her diçe girantir dibe. Îro em çûn gundên navçeya Bazarcix, Dulkadîroglû û Kurdoxoliyê.    7 JÊ ZAROK 12 KES JIYANA XWE JI DEST DANE   Rawestgeha me ya ewil gundê Arslanbey ê navçeya Dulkadîroglûyê bû. Li gund 80 xanî hene û ji van xaniyan 14 jê hilweşiyane. Gelek xanî jî xesar dîtine. Di erdhejê de yek jê ji sûriyeyê, 7 jê zarok bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest daye. Kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Kadriye Akkûrt, Harûn Şahan, Nîmet Şahan, Vesîla Şahan, Fûrkan Şahan, Hacer Atici, Muhammed Atici.   Li têketina gund, em ji malbata Akkûrt, rastî Îlyas Akkûrt hatin. Akkûrt ragihand ku 4 xnaiyên wan hene û ji van xaniyan 2 jê xesar dîtine. Akkûrt da zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane piranî jê ji heman malbatê ne û yn di bin kavilan de mane ji aliyê şêniyên gund ve hatine rizgarkirin.    Yakûp Akkûrt jî ku bi saxî ji bin kavilan hatiye rizgarkirin û hevjîna wî KAdriye Akkûrtê jiyana xwe ji dest daye.    Hamza Akkûrt jî ku dêya wî Kadriye Akkûrtê jiyana xwe ji dest daye, ragihand ku tevî 7 kesan ji bin kavilan hatiye rizgarkirin. Akkûrt diyar kir ku piştî erdhejê her der tarî bûye û got: "Ez nîv saetî bêdeng mam. Her kes diqilqilî. Piştî nîv saetê min qîr da xwe. Dengê min çû bavê min. Wî derxistibûn. Pismamên min hatin. Piştî 4 saetan ez rizgar kirim."    Akkûrt anî ziman ku niha di kon de dimînin û got ku wan ev kon bi xwe çêkiriye.    Li ehman gundî Meryem Nohûtlûyê jî anî ziman ku roja ewil alîkarî ji wan re hatiye lê wekî din tu tişt nehatiye û niha zexîreyê wan li ber qedandinê ye.    Keyayê gund jî bal kişand ser xaniyên hilweşiyane û got ku herî zêde pêdiviya wan bi komir, êmê heywanan û zexîre heye.    Ji vir em çûn gundê Emîroglûyê. Li gund ku 80 xanî lê hene, 5 kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane. Gelek axur û xanî serobino bûne. Herî zêde pêdiviya gundiyan bi konan heye.    DEWLETÊ TU TIŞT NEKIRIYE!   Ji şêniyên gund Unal Yaraşirê jî ragihand ku li gund 18 xanî serobino bûne û got: "Pêdivî bi zexîre û konan heye. Welatiyan lazmatiyên me peyde kirine. Dewletê tiştek ji me re nekiriye. Tenê sê roj berê AFAD'ê konek anî. Sê malbat di konekê de dimînin. KEs li hal me napirse, dewleta me ne li cem me ye."    REWŞA YENÎKOYÊ   Li gundê Yenîkoyê jî ku 120 xanî lê ne, tu xanî hilnewşeiyane. Tenê derz li hin xaniyan ketine. Li gund kesî jiyana xwe ji dest nedaye, lê 7 şêniyên gund ên li DÎlokê di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daneç Şêniyên gund diyar kirin ku herî zêde pêdiviya wan bi rûn, şekir û dermanê paqijiyê heye.    Li gundê Ozbekê yê navçeya Kurdoxoliyê jî 38 xanî hene. Di erdhejê de 14 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 8 şêniyên gund jî li Mereşê jiyana xwe ji dest dane. Xaniyên li gund hemû xesar dîtine. Gelek jê jî serobino bûne.    HALÊ GORISTANAN   Her wiha ji ber ku goristana li gund li serê girekî ye, di dema erdhejê de ew jî xera bûye. Piraniya kêlikên goran hilweşiyane.    TAXÊN SAXLEM   Di erdhejê de pir zirar negihîştiye gundên Cennet Pinari, Kuçuk Cennet û Akdemîrê. Li van gundan tenê abahiya dibistana berê hilweşiyaye. Li van gundan kesî jiyana xwe ji dest nedaye.   Herî dawî em çûn gundê Karahuyukê. Li gund 4 kes di bin kavilan de mane û 22 du xanî bi temamî hilweşiyane.    MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok