Polîsan li Colemêrgê wesayîta alîkariyê asteng kir 2023-02-13 23:05:38   COLEMÊRG - Kamyoneke alîkariyê ku ji aliyê saziyên sivîl ên civakî yên Colemêrgê ve ji herêma erdhejê re hate şandin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta “Fermana Walîtiyê” hate astengkirin.    Di pêşengtiya saziyên sivîl ên civakî yên Colemêrgê ve ji bo 10 bajarên ji erdhejê bi bandor bûn kampanyaya alîkariyê hatibû destpêkirin. Kamyoneke alîkariyê ku di çarçoveya kampanyaya alîkariyê de ji navçeya Islahiye ya Dîlokê ve hate şandin ji aliyê polîsan ve bi hinceta “Ferman û destûra Walî nîne” hate astengkirin. Wesayîta ku pêdiviyên bingehîn tê de bûn hewl hate dayîn li Navenda Spor û Ciwanan a Colemêrgê were desteserkirin. Li ser astengkirinê saziyên sivîl ên civakî têkildarî wê daxuyaniyeke nivîskî weşand.      Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji roja ewil ve ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve alîkarî tên astengkirin û wê piştgiriya ji gel digirin wê piştevaniya xwe bidomînin.