Ji bin kavila Serîn 2’yê cenazeyê du kesan hate derxistin 2023-02-14 10:28:14   AMED - Ji bin kavilê Apartmana Serîn 2’yê ku li semta Tesîsler a navçeya Rezana Amedê hilweşiya bû, cenazeyê 2 kesan hatin derxistin.    Yek ji bajarê ku ji erdhejên li Mereşê çêbûn bi bandor bû jî Amed e. Ji bin kavilê Apartmana Serîn 2 (Cengîzler) a li Semta Tesîsler a girêdayî navçeya Rezan a Amedê ku yek ji 7 avahiyên hatin hilweşandine di saetên serê sibê de cenazeyê 2 kesan hatin derxistin.    Cenazeyên Sebat Ozmen û hevjîna wî Sîdem Ozmen ku birayê Hevserokê HDP’a Çinarê yê berê Rahmî Ozmen e di roja 9’emîn de ji bin kavil hate derxistin.    Cenazeyê Sebat Ozmen wê li Çinarê û yê Sîdem Ozmen jî li Kabê dê bê veşartin.