Gureşçî yê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate veşartin 2023-02-14 11:20:13 HATAY - Cenazeyê Ahmet Gureşçî yê li navçeya Altinozuyê ji aliyê leşkeran ve di bin çavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin, hate veşartin.    Li Hatayê tîmên Qereqola Cendirmeyan a Altınozuyê di 12’ê sibatê de bi îdiaya ku di 7’ê Sibatê de ketiye bayiya tekelê û “dizî” kiriye Ahmet Gureşçî binçav kiribûn. Gureşçî, di encama îşkenceya giran li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Ahmet Gureşçî piştî otopsiya wî hate kirin duh ji aliyê malbata wî ve ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin û bi awayekî bêdeng hate veşartin.    Sabrî Gureşçî yê bi birayê xwe re hatibû binçavkirin duh sewqî edliyeyê hate kirin. Gureşçî yê ji ber îşkenceyê birîndar bûbû, bi armanca rapora derbê bigire birin Adanayê. Sabrî Gureşçî piştî kirariyên hatin kirin wê dîsa sewqî edliyeyê bê kirin.   Her wiha gelek kesên bi birayên Gureşçî re hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgeha ku sewqkirinê ve hatin girtin.