Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn 2023-02-14 12:18:43   ÎZMÎR - Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz da zanîn ku dê şandeyeke ji Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê pêk tê, ji ber binpêkirinên her roj zêdetir dibin dê biçe herêma erdhejê û got ku ji bo parêzeran  lijneya koordînasyonê hatiye avakirin.    Birînên erdheja Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê sibatê de pêk hat ji hêla gel ve tên dermankirin û li hêla din jî bi îdiaya “talankirinê” li herêmê rewşeke aloz tê afirandin. Piştî tehrîkên hinek derdoran, dîmenên leşker, polîs û hin kesên sivîl ku îşkence dikirin li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Bi taybet jî li dijî penaberan nîjadperestî hate sorkirin û komên çekdar li Hatayê kesên ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re çûne herêmê hedef girtin.    BÛYERÊN ÎŞKENCEYÊ    Li Hatayê ku ji ber erdhejê wêran bûye, kesê bi navê Ahmet Gureşçî û birayê wî Sabrî Gureşçû di 11’ê sibatê de li navçeya Altinozuyê dema dixwestin biçin mala xwe, ji hêla cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Piştre jî Ahmet Gureşçî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin jiyana xwe ji dest da. Di 12’ê sibatê de jî welatiyên bi navên Recep Tanriverdî, Aydin Tanriverdî, Yûsûf Atabay, Îbrahîm Tanriverdî û Erhan Tanriverdî ku ji qeymeqamtiyê belge standibûn û bi awayekî dilxwaz ji Çinar a Amedê çûbûn Semsûrê, bi îdiaya “gumanbar” ji hêla cendirmeyan ve hatin vexwendin. Piştre jî li emniyetê hatin îşkencekirin û birin devera Çalakl a li ser rêya Semsûr-Mereşê. Ciwanên navborî li vir jî hatin îşkencekirin, hatin tazîkirin û derxistin derveyî bajar.    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şukran Ozturk û Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz têkildarî binpêkirinên li herêmên erdhejê axivîn.    PIŞTÎ OHAL’Ê ZÊDE BÛN   Hevseroka OHD’ê Şukran OZturk got ku li şûna birînên erdhejê bên dermankirin, dîmenên îşkenceyê bûne rojev û wiha got: “Piştî ku Erdogan OHAL ragihandî, dîmenên îşkenceyê zêde bûn. Ji xwe serokkomar bi xwe jî ev bûyer weke talanê pênase kirin. Beriya daxuyaniya wî agahiyeke wiha tune bû. Penaberên sûriyeyî hedef hatin girtin, îşkencekirin, hat lêxistin. Ev dîmen li ser hesabên medyaya civakî hatin parvekirin. Dixwazin bibêjin ku ‘em ê bikujin lê tu mafê we yê hiqûqî tune ye.’ Mixabin ku dîmenên îşkenceyê hêj jî tên parvekirin.”    57 KES HATIN GIRTIN    Ozturk, got ku baroyên li herêmê jî ji erdhejê bibandor bûne û wiha pê de çû: “Lewma parêzerên ji bajarên din diçin, girtekan digirin. Dê kesên îşkence kirine bêceza nemînin. Li gorî min ev bûyer bi taybet jî hatine plankirin. Hejmara mitehitên hatine binçavkirin 31 e lê yên ji ber bûyerên ‘talanê’ hatine binçavkirin 57 e. Hinek agahiyên li ser medyaya civakî hene ku divê bên teyîtkirin. Lê bûyereke îşkenceyê ya bi mirinê bi dawî bûyî heye. Di vê mijarê de gef li hevalên me hate xwarin. Ji bo parastina hiqûqê, em ê kirariyên pêwîst bikin û girtekan bigirin. Nexwe dê îktîdar dewleta polîsan ava bike. Wê demê bi navê demokrasî û hiqûqê tiştek namîne.”   MUDAXELEKIRINA MAFÊ JIYANÊ   Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz jî anî ziman ku dewlet ji parastina can û malê xelkê berpirsyar e û wiha got: “Li herêmên erdhejê tundî û îşkence heye. Hinek kes hinek tiştan dikin hincet û îşkence û miameleya xerab dikin. Îşkence û miameleya xerab ji ku tê kirin bila bê kirin, mudaxeleya mafê jiyanê ye. Divê bi tu awayî neyê qebûlkirin û yên dikin jî divê hesabê bidin edaletê. Pêşîlênegirtina bêhiqûqiyan û sorkirina tundiyê dê bi xwe re rewşeke kaos bîne. Dê ev yek li tevahiya welêt belav bibe û encamên nebaş bi xwe re bîne. Hewcehî bi sepana OHAL’ê nebû. Jixwe ji bo rewşên karesatan qanûn hene. Sepana OHAL’ê bi xwe re pêvajoyeke binpêkirina mafan tîne. Şandeyeke ji Baroya Îzmîrê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê pêk tê dê biçe herêmên erdhejê. Ji bo parêzerên dê biçin herêmê lijneya koordînasyonê hate avakirin. Em her roj qala bûyer û binpêkirinên nû dikin. Ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên dema pêş, divê hinek tişt bên kirin. Em jî dê wê bikin.”   MA / Delal Akyuz