AKP di bin kavilan de ma: Bacên erdhejê bo rantê û alîgiran çûn 2023-02-14 13:14:46 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê yê HDP’ê Mafûz Guleryuz diyar kir ku AKP li herêma erdhejê di bin kavilan de ma ye û bacên erdhejê jî bo rant û alîgirên AKP’ê hatine xerckirin.    Erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên Bazarcix a Mereşê û Elbistanê, li 10 bajaran rê li ber hilweşîneke mezin vekir. Piştî erdhejê, bacên ku AKP’ê piştî erdheja Marmarayê di bin navê Baca Ragihandina Taybet (OÎV) de komkirin dîsa bû rojev. Tehsîlata ewil a OÎV ya sala 2000’an 415 milyon lîre bû, ev rêjeye di sala 2003’yan de bû milyarek lîre, di 2021’an de jî 6 milyar lîre derbas kir. Di sala 2022’yan de jî ev rêjeye gihişt 9,3 milyar lîreyan. Ji sala 2000’an heat sala 2022’yan jî bi giştî 87 milyar û 998,6 milyon lîre hatin komkirin. Di tevahiya sala 2023’yan  de dahata OÎV’ê bû 3 trîlyon û 673,7 milyar lîre.    Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê de cih digire Mahfûz Guleryuz, têkildarî erdhejê û dahatên OÎV’ê de axivî. Guleryuz, hişyariyên jeologan ên ji bo erdhejê bi bîr xist û wiha got: “Êdî her kesî dizaniya ku dê li Tirkiyeyê erdhej çêbibe. Lê di nêzikatiya pergalê ya li dijî vê mijarê de pirsgirêk hebû. Hikûmeta navendî tu tevdîr negirtin. Tirkiye erdnîgariya erdhejan e. Tevî vê yekê jî îktîdarê tevdîr negirtin. Girîngiyê nadin can û malê gel. Tekane pênaseyeke vê rewşê heye; her tişt bi qurbanî rant, talan û alîgirên xwe kirine.”    ‘DIBIN DERMANÊ BIRÎNA GEL’   Guleryuz got ku HDP di kêliyê de Navenda Koordînasyona Krîzê ava kiriye û wiha domand: “Di mijara xebatê lêgerîn-rizgarkirinê û pêşwazîkirina pêdiviyên gel de yekser dest bi xebatan kir. Hema hema tu bajar, navçe, gund û bajarok nemane ku HDP’ê alîkarî negihandibê. Hevalên me xebatên pir biorganîzeyî meşandin. Ev xebat hêj berdewam in. Em hewl didin bibin dermana birînên gel.”   ‘HIKÛMET DI BIN KAVILAN DE MA’   Bi domdarî Guleryuz bal kişand ser bacên di bin navê OÎV’ê de ji gel hatine standin û axaftina xwe wiha qedand: “Soz dabûn ku dê bi OÎV’ê ve hemû avahiyên nebaş hilweşînin û bajaran veguherînin. Pereyeke pir mezin kom kirin. Her cara ku em pirsa ‘AKP çi kiriye?’ dikin, qala rêyên duble, AVM û sektora înşaetê dikin. Lê me dît ku di erdhejê de ew AVM, rezîdans û nexweşxane tevek hilweşiyan. Tu bacên ji gel hatine standin, li gorî armanca xwe nehat bikaranîn. Webala vê ya siyasî divê pir giran be. Heke bi wijdanî jî nêz bûbûna, xwe yek deqeyê nedigirtin û dê îstîfa bikirana. Tevahiya karên wan bi van bacên gel kirin, veguherîn kavilan. Ev, nîşaneya têkçûnê ye. Divê gel hesabê jê bipirs e. Divê ev hikûmet xwe ji vê rewşê berpirsyar bibîne û îstîfa bike. Hikûmet di bin kavilan de ma.    Bacên erdhejê pêşkeşî alîgirên xwe, malbatên xwe kirin. Pereyê bacan ji bo parastina rejîma dîkta hatin xerckirin. Sedema vê rewşê jî pergala ku dixwazin ava bikin e. Pisporan ewqas hişyarî dan lê guhdar nekirin. Sedema vê hilweşînê, aqilê siyasî yê niha welêt birêve dibe ye.”    MA / Yüsra Batıhan