Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê: Bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin 2023-02-14 13:22:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê xwest ku komîsyonên girêdayî Hikumeta Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistane bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin.    Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) di 14’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin di meha 10’emîn de berdewam dikin. Dewleta tirk li herêmê bi hezaran caran çekên kîmyewî bikaranîn.    Parlamenterê Iraqê Soran Omer, bi îmzeya Ofîsa Serokwezîrtiyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê, fermanek hat dayîn. Her wiha di daxuyaniyê de hate xwestin ku komîsyonên girêdayî Hikumeta Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistane bikaranîna çekên kîmyewî yên weke fosfor û hwd. ên li herêmê lêkolîn bikin.