Xwendekarên ji KYK’ê hatin derxistin: Krîzê bi krîzeke din vedişêrin lê ev tiştekî bi aqilane nîne 2023-02-14 13:33:48   STENBOL - Xwendekarên ku piştî biryara Serokkomarê AKP’î Erdogan bi lez û bez ji wargehan hatine derxistin bertek nîşanî biryarê dan û wiha gotin: “Hewl didin krîzê bi krîzeke din binuxumînin. Lê ev tiştekî bi aqilane nîne.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan biryar da ku dê mexdûrên erdhejê li Saziya Kredî û Wargehan (KYK) bên bicihkirin. Bi biryarê re xwendekar bi lez û bez ji wargehan hatin derxistin. Rêveberiyên KYK’ên Stenbolê bêyî agahiyê bidin xwendekaran, alavên wan bêyî wan derxistin û danîn ber derî. Xwendekaran li ser medyaya civakî gotin ku ji wan re hatiye gotin ku dê wargeh heta 15’ê sibatê bên valakirin û bertek nîşan dan.    ALAVÊN WAN XISTIN POŞETÊN ÇOPÊ    Xwendekara bi navê Esma Gultekîn ku li Wargeha Jinan a Veznecîler a navçeya Fatîhê dimîne, got ku dema nîvşevê vegeriyayîn wargehê, dîtin ku alavên wan hatine derxistin û wiha got: “Tevahiya hevalên min digiriyan. Digotin; ‘Em ê di vê saetê de bi ku de biçin.’ Me ev miameleye heq nedikir. Hewl didin krîzekê bi krîzeke din veşêrin. Lê ev tiştekî bi aqilane nîne. Îktîdara AKP-MHP’ê ji bilî stres û tirsa pêşerojê, tiştek neda ciwanan. Bi zanebûn biryara valakirina wargehan dan. Di dema erdhejan de me hewl dide di nava maseyên krîzê de piştevaniyê mezin bikin. Em naxwazin ev piştevanî bê astengkirin. Ji xeynî wargehên xwendekaran gelek alternatîfên din hene. Çavkaniyên cemaweriyê, mêvanxane, otêl û avahiyên vala hene. Bicihkirina mexdûrên erdhejê ya li wargehên xwendekaran tiştekî rast nîne.”   PIRSGIRÊKA PEYDAKIRINA MALÊ    Ji heman wargehê Ayben Çetîn jî got ku malan peyda nakin ku lê bimînin û kirê pir biha ne. Çetîn, anî ziman ku ji erdheja Stenbolê ditirsin lewma nawerin di avahiyên xerab de jî rûnin. Çetîn got; “Ez beşeke 4 salan dixwînim û heta niha tenê 2 salan min perwerdeya rû bi rû dîtiye. Di perwerdeya dûrve de mirov tiştekî hîn nabe.” Xwendekara li Wargeha Xwendekarên Jin a Ataturkê ya li Zeytînburnuyê dimîne Ayça Sila jî da zanîn ku bi lez û bez ji wargehê hatine derxistin û wiha bi dawî kir: “Alavên me avêtibûn derve. Haya min jî li ser medyaya civakî jê bû. Li gorî min navberdayîna perwerdeyê tiştekî rast nîne. Dewletê em mexdûr kirin û ev mafê wan nebû. Li şûna ku otêlan amade bikin, berê xwe dan KYK’an.”