Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne! 2023-02-14 13:46:59   AMED - Di xebatên tespîta xesarê yên li Amedê berdewam dikin de hate diyarkirin ku di 300 avahiyan de xesar hatiye tespîtkirin û 20 avahî jî li ber hilweşînê ne.   Yek ji bajarên ku ji erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 li Mereşê çêbûn bi bandor bû jî Amed e. Tîmeke ku jê 80 kes ji Miduriyeta Bajêrvanî û Derdorê û 120 jî ji Odeya Endezyarên Avahiyê pêk tê, xebatên tespîta xesarê dikin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ji 71 hezar avahiyan zêdetir ên li navçeyên navendî yên Rezan, Peyas, Bajarênû û Sûrê hene li 15 hezaran xebatên tespîta xesarê hatine temamkirin. Hate tespîtkirin ku di 300 avahiyan de xesareke giran heye û 20 avahî jî li ber hilweşînê ne.    Ji 7 avahiyên hilweşiyayî 4’an xebatên lêgerîn û xelaskirinê bi dawî bûn. Hate hînbûn ku piştî xebatên lêgerîn û rizgarikrinê yên di avahiyên mayî de bi dawî bûn endezyar dê beşdarî xebatên tespîtkirina xesarê bibin.    380 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA   Li Amedê ji bin kavilên her heft avahiyên ku hilweşiyayî hetan niha cenazeyên 380 kesan hatin derxistin û 902 kes jî weke birîndar derbasî qeydan bûn.