Rapora pêşenirxandin a avahiyên hilweşiyayîn hate eşkerekirin 2023-02-14 14:22:48   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎMO’yê rapora xwe ya pêşenirxandin a têkildarî avahiyên li herêmên erdhejê hilweşiyayîn eşkere kir û bal kişand ser terkexemiyan.    Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) têkildarî avahiyên di erdheja Mereşê de hilweşiyayîn, rapora xwe ya pêşenirxandin eşkere kir.    Di raporê de hat gotin ku li herêmêke pir berfireh xesar çêbûye û leza liv û tevgerê û guherîna erd pir zêde bû. Di raporê de hat gotin ku erdhej her çiqas bûyerên xwezayê bin jî, ya ku wan vediguherîne karesatan, avahiyên bi destê mirovan hatine çêkirinin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Heke avahî li gorî rêgezên avakirina hilberînê bihatina çêkirin; dê dîsa xesar bigihişta avahiyên li gorî rêziknameya hatine çêkirin, heta dibe ku xesareke mezin jî bigihiştayê lê dê veneguherîbûya karesateke ewqas mezin. Wê demê heke xesar mezin bûya jî dê windahiyên can bisînor bûya.”    GELEMPERIYA AVAHIYÊN HILWEŞIYAYÎN PIŞTÎ SALA 2000’AN HATINE ÇÊKIRIN    Sedema hilweşîna avahiyan û tespît jî di raporê de wiha hatine rêzkirin: “Envantera avahiyên li herêma erdhejê, di halê hazir de nayên zanîn. Avahiyên bi komî hilweşiyayîn an jî avahiyên xesar gihiştiyê, gelemperî piştî sala 2000’an hatine çêkirin. Heta gelek jê çendek sal berê di demekî nêz de hatine çêkirin. Heta di avahiyên li gorî rêziknameya sala 2019’an hatine çêkirin de jî tebiqînên komî çêbûne.    MERCÊN ZEMÎNA QELS    Herêmên ku xesarên erdhejê lê zêde çêbûne, ew bajar in ku li ser erdên çandiniyê yên berhemdar hatine avakirin. Li ser zemînên ku li binê wan kevirê sereke lê qels e û zemînên ku potansiyela wan a ronbûnê heye, avahiyên 10-15 qat hatine çêkirin. Avahiyên ku pergala wan a hilgiriyê qels, xesareke mezin gihiştiyê yan jî bi komî hilweşiyan e. Li gel vê; heke nehilweşiya bin jî, yan qatekî di erdê de çûne û yan jî xwar bûne. Ev yek jî nîşan dide ku li hinek herêman zemîna avahiyan ron e.    Weke di sepanên hemû înşaetan de hewce dike, hewceye venêrîneke baş were kirin. Lê belê ev zincîra ku terîfa wê tê kirin, ji ber hinek sedeman li welatê me kêm tên kirin. Bi taybet jî qismekê fîrmayên mitahitên biçûk, ji bo ku xwe nedin ber mesrefa wê, ji vê sepanê direvin. Lewma hîmê qismekî avahiyên li ser van zemînan tên çêkirin nikarin xwe li ber erdhejan bigirin. Divê ev rewş were lêpirsîn. Pirsgirêk, di çarçoveya asta zanebûnê, tecrûbe, etîk û pîvanên exlaqî de pirsgirêkeke civakî ye. Ji vê hêlê ve jî dema mercên welatê me mirov dide ber çav, divê fealiyetên Plankirina Bajaran dîsa li ber çavan bên derbaskirin.    ZEAFIYETÊN MALZEMEYAN    Tê fikirandin ku zafiyet malzemeyên avahiyên betonarme de heye. Di salên 1980’yî û 90’î de heta di salên 2000’î de qalîteya betona ku di avahiyan de hatiye bikaranîn xerab bûye û ev gelek belav bûbû.    Ji ber vê yeka zeafiyeta malzemeyan îro bûye sedemê hilweşinê. Hilweşandina van avahiyan rê li ber travmayek mezin vekir. Ji bo avahiyên di demên dawî de hatine çêkirin û hilweşandina wan û xesar dîtina giran, texmîna sedema wê ne hêsan e. Heke bikaranîna malzmeyan hindik be tê maneya ku pergala kontrole nexebitiye.    ZEMXBÛNA STÛN Û KÎRÎŞAN    Di stûn û kîrîşên avahiyan de jî tê dîtin ku qewîn nehatine çêkirin û di qatên avahiyên jor de hesinên kin hatine bikaranîn.    Li gorî dîmenên avahiyên hilweşiyayî tê dîtin ku bêtir qatên zemînê herifine û paşê jî qatên din bi awayê sandvîç bi ser hev re herifine. Yek ji sedemek din ku rê li ber xesara avahiyan vekiriye jî ew e ku di qatên zemînê de ku ji bo mekanên tîcarî hatine bikaranîn, dîwarên dolgûyê nîn in û ev wisa tê nirxandin. Ji ber ku qatên zemînê nezexm in dibe sedema hilweşînê. Ji ber ku avahî bêserûber hatine çêkirin rê li ber rûxandinê vekiriye.