Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan 2023-02-14 14:24:46   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 31 hezar û 974 kesan.    AFAD’ê bîlançoya dawî ya erdhejê eşkere kir. AFAD’ê da zanîn ku di erdhejê de heta niha 31 hezar û 974 kesan jiyana xwe ji dest dane û 195 hezar û 962 mexdûrên erdhejê jî ji herêmên erdhejê li bajarên cuda hatine tehliyekirin.