Li Rihayê welatî di konan de dimînin: Rewşa me rewşa şerpezebûnê ye 2023-02-14 16:11:12     RIHA - Erdhejê bandorek mezin li ser Rihayê jî kiriye. Gelek welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane û xesar dîtine di konan de bicih bûne û dibêjin ew li benda alîkariyê ne.    Karesata erdhejê ku li 10 bajaran çêbû, bandorek mezin li ser bajarê Rihayê jî kiribû. Di encama erdhejê de li Rihayê 340 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar 919 kesên birîndar ji nexweşxanyan hatin derxistin û 313 kes jî li nexweşxanyan tên tedawîkirin. Li Rihayê ku di encama erdhejê de 21 avahî hilweşiyane û hat tespîtkirin ku 253 avahî jî bi xetere ne û kes nikare lê bimîne. Welatiyên Rihayê ku xaniyên wan hilweşiyan û xesarên dîtin tevî sir û seqema dijwar jî li konan bicih bûne.    Piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li Rihayê bi dawî bûn, bêdengiyê serweriya xwe daye ser bajêr û hê jî bajêr bi xwe ve nehatiye. Li navenda bajêr, li gelek deveran kon hatine vedan û welatî di nava şert û mercên zehmet de di konan de dimînin.      ‘DIBÊJIN EM ALÎKARIYE DIKIN, KA ALÎKARÎ LI KU YE?   Welatiyê bi navê Suphi Yaşa Gulcu diyar kir ku ev 8 roj in di kon de dijîn û wiha got: “Di serî de şaredariya Rihayê û tu saziyan alîkariya me nekir. Tenê şeva borî şorbeyeke kevn anîn. Ji ber ku xaniyê me xesar dîtiye em nikarin lê bimînin, ji neçarî li vir bicih bûn. Dibêjin em alîkariya kesên ku di konan de dimînin dikin lê me tu alîkariyê nabînin. Ka alîkarî li ku ye? Liv ir nêzî 150 kon hene lê di tu konekî de şekir an jî çay nîne.”     DI KONEKÎ DE 10 KES DIMÎNIN   Welatiya bi navê Hasret Yasîn jî diyar kir ku ji ber ku xaniyê wan xesar lê çêbûye hefteyeke ku di kon de dimînin û wiha axivî: “Em 10 kes di konekî de dimînin. Pirsgirêka me ya herî mezin serma ye. Zarok jî hene herî pir ew bi şerpeze dibin. Êzindan nadin me. Pêdiviya me bi êzing, betaniye û xwarinê heye.”      ‘NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ JÎ’    Welatiye bi navê Omer Dogan jî destnîşan kir ku ji roja ku erdhej çêbûye heta niha li derve ne û got: “Ji ber ku di xaniyê me de xesar çêbûye, em nikarin biçin lê bimînin. Herî zêde jî zarokên me di şert û mercên zehmet de ne. Zarok ji ber sermayê nexweş dikevin û ji ber ku nexweşxane tijî ne, em nikarin biçin nexweşxanê jî.”   MA / Mahmût Altintaş