Li Samandagê pirsgirêka hewînê: Di konteynirê de 35 kes dimînin 2023-02-14 16:35:13 HATAY - Ji ber ku li navçeya Samandag a Hatayê ku erdhejê rê li ber hilweşîneke mezin vekir kon nehatine vedan, park, kolan û dorse weke xanî û baxçe jî weke tuwalet tên bikaranîn. Li bajêrê ku tuwaletên seyarê nehatine danîn xetereya belavbûna nexweşiyan heye.    Di roja 9’emîn a erdheja navenda wê Mereşê de li navçeya Samandag a Hatayê welatî hêj jî li kolanan dimînin. Li taxên Sutasi, Ataturk, Kûşalani, Meydan Koyu, Cumhûriyet, Yenî û navenda sûkê hatin wêrankirin.     Li gel çend konên ku AFAD'ê li navenda bajêr danîn, li Stadyûma Samandag û Navenda Çandê ya Samandagê konên nû hatin vedan. Lê konên hatine vedan pêdiviyan bi cih naînin, welatî tevî sermayê jî neçar dimînin bi zarokên xwe re li konên çêkirî yên ku derfetên xwe danîne, bimînin.    Welatiyên bi zarok, nexweş û pîran re di konên ku li kêleka peyarêyan û baxçeyên narinciye hatine vedan de dimînin, gazin dikin ku hêj tuwaletên seyar neanîne navçeyê. Yek ji welatiyên ku em pê re axivîn bi dayika xwe ya 93 salî û bi felc û kurê xwe yê bi nexweşiya anemiya orak hucreyê di konê ji brandayan ji xwe re çêkirî de dimîne. Welatî dixwazin pirsgirêka wan a hewînê demildest bê çareserkirin.    BI DERFETÊN XWE KON VEDAN   Savaş Dogû ku di erdhejê de xaniyê wî hilweşiya û 3 zarokên wî hene, wiha got: “Zarokên me yên biçûk hene, em li ber sarmayê dimînin. Me ji Kiziay û AFAD’ê alîkarî xwest, gotin wê konbajar bê avakirin lê hêj tu xebat nehatine kirin. Em di konên ku me bi derfetên xwe çêkirine de dimînin. Em bifikarin klu zarokên me nexweş bibin.”   Dogû, bi lêv kir ku pirsgirêkeke din ne danîna lavaboyan û tuwaletên seyar e û got: “Em difikirin ku wê ev rewş rê li ber nexweşiyan veke. Divê alîkarî demildest bên kirin. Pirsgirêka me ya herî mezin hewîn û gerimkirine.”   DI KASEYA TIRÊ DE DIMÎNIN   Mexdûrekî din ê erdhejê jî wiha got: “Pirsgirêka me ya hewînê heye, em li ser rêyan dirazin. Em ji kolanan cilan kom dikin û li xwe dikin. Em ji bo zarokên me razin û pêdiviya tuwaletê pêk bînin dibin baxçeyan. Hikumet nehate vir, şaredariyên bajarên cuda hatin. Em xwarina ku ew didin dixwin. Em di dorseya tirê ku cîranê me anî de 30-35 kes dimînin. Em bi roj jî li ser peyarêyan dimînin. 10 roj çêbûn ew jî çûn. Em nizanin ka em ê çi bikin.”   WELATIYÊN NEXWEŞ LI KOLANAN DIMÎNIN    Mexdûrekî din ê erdhejê ev tişt gotin: “Em dikarin li xwe binêrin. Em ji hikumetê tenê konteyniran dixwazin. Tiştekî din naxwazin. Ez emeliyata kapaxa dil bûm. Herkesê vê derê weke min nexweş e. Niha em xwarina xwe dixwin lê pişt re dê çi çêbe. Piştgirî lazim e. Heke pêkan be em cihekî hewînê û tuwaletê dixwazin. Dayikên bi zarok hene, her kes li derve dimîne”   MA / Tolga Guney