‘Bila girtî û malbatên xwe yên li herêmên erdhejê agahî ji hev bigirin’ 2023-02-14 16:58:53   ÎZMÎR - Rêvebera EGE TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz diyar kir ku divê ku demildest girtiyên li herêmên erdhejê û malbatên xwe agahî ji hev bigirin û ev fikar ji holê bê rakirin.    Komeleya Xizmên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girityên li girtîgehên herêmên erdhejê, li avahiya HDP’a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Rêvebera EGE-TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz li ser navê saziyan daxuyanî da û diyar kir ku li girtîgehên herêmên erdhejê 17 hezar girtî hene û ne mimkin e ku girtî ji ber vê karesata erdhejê bi bandor nebûbûn û got: “Tenê bandora bi fizîkî her wiha bandora derûnî li ser girtiyan çêbûye. Bi hezaran girtî li vê herêma erdhejê ne û bi deh hezaran malbatên wan li heman herêmê dijîn. Ne mimkin e ku girtî û malbat ji erdhejê bi bandor nebûbûn û fikar bi wan re çênebûbûn. Em dixwazin demildest girtî û malbat agahî ji hev bigirin û fikarên heyî ji holê bên rakirin.”