Li Meletiyê sîteya bixesar hate hilweşandin 2023-02-14 16:59:29   MELETÎ - Di roja 9’emîn a erdheja ku navenda wê Mereş de, li Meletiyê sîteya bixesar hate hilweşandin.    Li Meletiya ku erdhejên li Mereşê çêbûn rê li ber hilweşînê vekir, Sîteya Kanalboyû ya li Taxa Paşakoşku xesareke giran dît. Sîte di roja 9’emîn a erdhejên ku 6’ê sibatê çêbûn de îro nîvro hate hilweşandin. Hate hînbûn ku dema hilweşînê de sîteya 5 qatî û ji 2 avahiyan pêk tê kes tune bûye.      MA / Firat Can Arslan