Baroya Êlihê giliyê berpirsên erdhejê kir 2023-02-14 18:18:40   ÊLIH - Baroya Êlihê, giliyê kesên ku li herêma erdhejê ji projeyên avahiyên hilweşiyayî û saziyên ev proje pesend kirine, kir.    Baroya Êlihê, giliyê muteahîdên ku li herêma erdhejê projeyên avahiyên hilweşiyayî çêkirin û saziyên ku ev proje pesend kirine, kir. Di daxuyaniyê de hat ragihand ku li serdozgeriyên komarê yên Mereş, Meletî, Amed, Edene, Hatay, Kilîs, Semsûr, Osmaniye, Riha û Dîlokê giliyê kes û saziyên navborî hatiye kirin û dê pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bê şopandin.