Ji Medya Haberê ji bo mexdûrên erdhejê bernameya taybet 2023-02-14 18:44:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Medya Haber, dê îro êvarî saet di 20.00'an de ji bo alîakriya ji bo mexdûrên erdhejê weşaneke taybet bike.    Alîkarî û piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê her diçe mezin dibe. Medya Haber TV dê îro êvarî saet di 20.00'an de ji bo alîakriya ji bo mexdûrên erdhejê bernameyeke taybet li dar bixe. Tê payin ku ji çar aliyên Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û cîhanê kurd û dostên wan tevlî bernameyê bibin. Beşdar dê bi rêya telefon, Whatsapp û Skypeyê tevlî weşanê bibin û dê alîakriya mexdûrên erdhejê bikin.    Alîkariyên ku dê di çarçoveya kampanyayê de bên kirin, dê ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê û Federasyona Komeleyên Demokratîk a MEreşê (MAR-DEF) bên koordînekirin. Kesên dixwazin tevlî kampanyayê bibin, bi saeta Ewropayê saet di 18.00'an de û bi saeta Tirkiyeyê jî saet di 20.00'an de dikarin bi rêya van hejmaran tevlî bernameyê bibin: 0032 53 66 36 71 - 0032 53 68 02 37 - 0032 53 68 39 51. Her wiha kesên bixwazin dikarin bi vê hejmarê bi rêya Whatsapê jî tevlî weşana zindî bibin: 0032 467 81 16 76.    Kesên bixwazin dikarin li ser van platforman jî bernameyê temaşe bikin: Twitter: @medyahabertv_, Instagram: medyahabertvv, Facebook: medyahabertvv, Youtube: Youtube.com/MedyaHaberTV1