Mexdûrê erdhejê ku eşyayê xwe ji avahiya xesardîtî derxist: Bawerî bi desthilatê nemaye 2023-02-14 19:16:08   DÎLOK - Li Nûrdaxiyê welatiyê ku ji qata çaran a avahiya xwe ya xesardîtî eşyayên xwe avêt got: "Çedn roj bi şûn de em ê bi tenê bimînin. Em dikevin avahiyên xesardîtî, ji lew re baweriya me bi desthilatê nemaye."    Li navçeya Nûrdaxiyê ya Dîlokê ku ji sedî 80'yê wê di erdhejê de hilweşiya, hê jî pirsgirêka kon, konteyner, sobe, tuwalet, ceryan û seşrokê nehatiye çareserkirin. Gel ku dibîne di roja 9'an de jî pirsgirêk nehatine çareserkirin, hêdî hêdî terka bajêr dike.    Hin welatî bi vîncên biasansor dikevin avahiyên xwe û amûrên xwe di şaneşîn an jî paceyan re davêjin derve. Mexdûrekî erdhejê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin eşyayên xwe ji qata çaran a avahiya li ser "baldar bin, dê hilweşe" nivîsandî avêtin derve. Mexdûrê erdhejê got: "Li vir tu tişt nemaye. Em ê biçin bajarekî din û jinûve jiyana xwe ava bikin. Em eşyayên ku pêdiviya me bi wan heye werdigirin. Hûn dibêjin talûke ye, em jî dizanin lê di dest me de tu tişt nemaye, em mecbûr in."    ‘BAWERIYA ME BI VAN NEMAYE'   Welatî got: "Em ê biçin Dîlokê. Ez naxwazim li wir bêyî tiştekî dest bi jiyanê bikim. Dertê televîzyonê dibêje, 'Salekê wext bidin min. Em ê pereyan bidin we.' Baweriya me bi van nemaye. Çend roj bi şûn de em ê bi tenê bên hiştin. Em dikevin avahiyên xesardîtî, ji lew re baweriya me bi desthilatê nemaye. Em dizanin dê tu fêdeya wan negihîje me. Dê me bi tenê bihêlin. Lewma em eşyayên xwe werdigirin û dixwazin rojek berî rojekê dest bi jiyaneke nû bikin. Em ê li vir li benda çi bisekinin, me cenazeyên xwe wergirtin."    MA / Berîvan Kûtlû