Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 11 hezaran derbas kir 2023-02-14 20:42:55   SEMSÛR - Li gor daneyên nefermî li Semsûrê hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, 11 hezaran derbas kiriye.    Li Semsûrê û li navçe û gundên wê nêzî 2 hezar avahî hilweşiyane. Li gorî daneyên ewil zêdetirî 8 hezar avahî jî wekî avahiyên zêde xesar dîtine hatine tespîtkirin.    Li bajêr xebatên lêgerînê didomin. Di roja 9'an a erdhejê de bi dehan cenaze ji bin kavilan hatin derxistin. Cenazeyên ji bon kavilan hatin derxistin, ji bo tespîtkirina nasnameya wan ewilî sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Semsûrê hatin krin û paşê jî li 3 goristanên cuda hatin veşartin.    HEJMARA KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE 11 HEZARAN DERBAS KIR   Heya niha zêdetirî 7 hezar û 500 cenaze li Goristana Yeniyê hatine definkirin û zêdetirî hezar cenaze jî li Goristana Karapinarê hatine definkirin. Li goristana berê ya bajêr jî zêdetirî hezar cenaze hatine veşartin û bi sedan cenaze jî li gundan hatin definkirin. Hat hînkirin ku bi dehan cenaze jî ber bi bajarine din ve hatine şandin. Li gor agahiyên ku ji peywirdarên nexweşxane û goristanan hatine girtin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kiriye.    Gelek cenaze di gorinên bi qasî 100-150 metreyî dirêj û 2 metre fireh tên kolandin de bi awayekî komî tên definkirin.   MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal