Muteahîdên avahiyên hilweşiyayî hatin binçavkirin 2023-02-14 21:02:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Muteahîd û endezyarên înşeatê yên 11 avahiyên li Edeneyê hilweşiyan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.    Li Edeneyê ku bandor ji erdhejên Mereşê girt, 13 avahî hilweşiyan û 418 kes hatin binçavkirin. Piştî erdhejê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi sûcê "birîndarkirin û kuştina bi qesdî" muteahîd, endezyarên înşeatê, rêveberên ji statûkê berpirs jî di nav de 15 kes binçav kirin.