Li Semsûrê zarokekî 12 salî ji bin kavilan hat rizgarkirin 2023-02-14 22:22:49   SEMSÛR - Li Semsûrê li Taxa Alîtaşê, Berat Yucelê 12 salî piştî 207 saetan bi saxî ji bin kavilên Apartmana Merveyê hat derxistin.    Li Semsûrê ku ji ber erdheja Mereşê gelek avahî lê hilweşiyan, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Li Taxa Alîtaşê di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de ku dilxwazên Amedê jî di nav de cih girtin, Berat Yucelê 12 salî bi saxî ji bin kavilan hat rizgarkirin.   Yucel ku piştî 207 saetan bi saxî hat rizgarkirin bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.   Hat diyarkirin ku xebatên ji bo rizgarkirina bavê Yucel û xwişk û birayên wî jî didome.