ROJEVA 15'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-15 09:00:10     * Mehmet Dag ê 34 salan di girtîgehê de ma, diyar kir ku Îmrali naşibe tu girtîgehê û Abdullah Ocalan di şertên zor de paradîgmayek nû li pêş xist û ji nû ve sosyalîzmê zindî kir.    * Şîrîn Ecer a ku di qedexeyên derketina derve ya Hezexê de kurê wê û di qedexeyên Cizîrê de jî 2 biraziyên wê jiyana xwe ji dest dan got: “Ez hîç nikarim wêneyê kurê xwe binêrim. Ev 7 sal in min li wêneyî wî mêze nekiriye. Hê jî baweriya min bi edaletê tê.”    * Zarok Ma, MED-DER û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ji ber erdhejê deriyên xwe li mexdûran vekirin û gelek malbat kirin mêvan. Nûnerên saziyan destnîşan kirin ku heta ev rewşa awarte ji holê ranebe û xetere derbas nebe, ew dê alîkariyên xwe berdewam bikin.   * Serokê Şaxa Komeleya SHUDER’ê Îkram Dogan ê xwest ji bo zarokan yekeyên xizmeta civakî yên li nexweşxaneyan bên xurtkirin, anî ziman ku divê zarokên ji erdhejê bandor bûne divê bilez ji malbatên parêzvan re neyê dayîn.    * Înfaza girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Zenger ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê tê ragirtin û ev 30 sal in girtî ye, bi sedema ku li ser telefonê ji kurê xwe re gotiye "ez ne poşman im" hate şewitandin û 6 mehan hate taloqkirin.    * Li herêmên erdhejê dê geşedanên têkildarî erdhejê bên şopandin.    * Danişîna doza 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê di bin navê "Çapemeniya KCK'ê" de tên darizandin dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (11.25)