‘Hêza kurdan heye ku Abdullah Ocalan azad bikin’ 2023-02-15 09:58:08   ÊLIH - Dayikên Aştiyê bal kişandin ku kesên di komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih girtin di dîrokê de ji holê rabûn û anîn ziman ku heta Abdullah Ocalan azad nebe, wê gelê kurd jî azad nebe.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de axivîn, bi lêv kirin ku dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye. Dayika Aştiyê Halîme Şîmşek xwest ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bê rakirin û wiha got: “Demekî dirêje bi tu awayî ji Ocalan agahî nayê girtin. Agahî negirtin fikarên me zêde dike. Bila ev pêkanîna derveyî mirovahiyê demildest bi dawî bibe. Divê ji bo vê çi ji destê kê bê bike. Kesên aştiyeke birûmet dixwazin divê ji bo azadiya Ocalan destê xwe deynin bin kevir. Bila zilma li ser zindanan û zexta li ser kurdan bi dawî bibe.”    Şîmşek, diyar kir ku şerê ku demekî dirêje didome dikare encax bi rêya diyalogê bi dawî bibe û anî ziman ku divê Abdullah Ocalan azad bibe.    ‘KESÊN ROL GIRTIN DI DÎROKÊ DE JI HOLÊ RABÛN’   Halîse Bîlîr jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê û yekitiyê li kurdan kir. Bîlîr, destnîşan kir ku kesên di komployê de rola wan hene di dîrokê de ji holê rabûn lê Abdullah Ocalan di hucreyeke yek kesî de li ber xwe dide û wiha got: “Heta ku Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Her çiqas destkeftiyên me yên mezin hebin jî heta ku Ocalan azad nebe em nikarin qezec bikin, azad bibin û keyfxewş bibin.”   Bîlîr, tecrîda girankirî ku 24 sal in berdewam dike şermezar klir û anî ziman ku hêza gelê kurd heye ku azadiya Abdullah Ocalan pêk bîne.   TECRÎD ÎŞKENCEYEK MEZIN E   Dayika Aştiyê Şukran Akkûrt jî, diyar kir ku ji tenduristî û jiyana Abdullah Ocalan bi fikarin û ev tişt gotin: “Êdî bes e bila ev tecrîd bi dawî bibe. Kes ne malbatê ne jî parêzeran agahdar nake. Ji ber vê tecrîda ku li girtîgehan berdeawm dike nikarin raz in. Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û ev tecrîd demildest bi dawî bibe. Pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye. Tecrîd îşkenceya herî mezin e. Hewl didin tişta bi komployê nekarîn pêk bînin, bi tecrîdê pêk bînin. Lê dîsa dê bi tu awayî sernekevin.”   Akkûrt, bi lêv kir ku azadiya Abdullah Ocalan di nava kurdan de berpirsyariyeke wijdanî ye û bang li her kesî kir ku li ber tecrîdê hesas bin.