Operatorê li Semsûrê cenazeyan vedişêre: Goristan her tiştî vedibêje 2023-02-15 11:06:03   SEMSÛR - Operatorê kepçeyê ku bi dilxwazî hate Semsûrê kesên ji bin kavilan derdixîne û vedişêre, diyar kir ku li dijî tiştên dîtine krîza giriyê derbas kiriye û got: “Ez bi kepçeyê bi ser hezaran mirovan de axê dirijînim. Goristan her tiştî vedibêje.”   Li Semsûra ku yek ji bajarên ji erdhejê zirareke herî giran dît, hêj jî mirov ji bin kavilan tên derxistin. Li gorî agahiyên ku ne fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 11 hezaran. Ji ber tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dereng man bi sedan kesên ji bin kavilan deng derdixist jiyana xwe ji dest dan. Hêj jî ji bin kavilan cenaze tên derxistin. Li gorî Wezareta Derdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê hejmara avahiyên ku bi lezgîn bên hilweşandin, xesareke giran û avahiyên hilweşiyayî weke 5 hezar hatin tespîtkirin. Li bajarê ku texrîbateke mezin lê pêk hatiye, dîmenên ku cenaze bi komî tên veşartin hene û qada li Goristana Yenî ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye amade kirin her ku diçe fireh dibe. Li goristana ku carna 100 û carna jî 150 kes di carekê de tên veşartin, ji bo her mirovekî parçeyek ji hesin an jî kevirekî deynin ber serê goran wan.    Operatorên ku di karê veşartinê de dixebitin jî zehmetiyan dikişinin. Operatorê kepçeyê Selahattîn Sonmez ê bi dilxwazî ji navçeya Anamûr a Mêrsînê hat bajêr û di karê veşartina cenazeyan de dixebite, serpatiya xwe vegot.   ‘DIVÊ EV DER BÊ DÎTIN’   Sonmez, anî ziman ku di roja duyemîn a erdhejê de gihiştiye bajêr û wiha got: “Dema em hatin em qet li benda dîmenekî wisa nebûn. Ev der weke qada şer bû. Her der hilweşiya bû. Hêj negihiştibûn gelek cihan. Dema em hatin me serî li AFAD’ê da. Me maşîneyên xwe û agahiyên nasnameyê dan wan. Wan jî em arasteyî goristanê kirin. Em li goristanê ji serê sibê heta êvarî xebitîn. Em êvarî jî çûn ser kavilan û alîkariya kesên li wir kir. Ez nikarim tiştên qewimîn vebêjim. Rewşa vê goristanê her tiştî vedibêje.” Sonmez, da zanîn ku operatorên li ser enkazî mecbûr man ku 24 saetan bixebitin û wiha berdewam kir: “Divê ev der bê dîtin. Min di jiyana xwe de dîmenekî wisa nedîtiye. Li Semsûrê avahiyeke bê xesar nîne. Di avahiya herî baş de jî derizîn heye.”   Sonmez, anî ziman ku dema goran dikolin rêzên dirêj vedikin û qadeke 150 mîtro dikolin û wiha pê de çû: “Em hemû cenazeyan li rex hev vedişêrin. Şaredariyê got wisa bikin. Mirovan bertek nîşanî veşartina cenazeyan a bi kovayê kepçeyê yê pêşiyê dan lê ji bo demildest veşêrin mecbûr in wisa bikin. Ji ber ku hem ji aliyê tenduristiyê hem jî ji aliyê bêhnê girîng e.”   ‘MIN KRÎZÊN GIRÎNÊ DERBAS KIRIN’   Sonmez, anî ziman ku ji roja hatî vir ve li dijî tiştên dîtine krîza giriyê derbas kiriye û wiha lê zêde kir: “Ne tiştekî hesan e. 3-4 rojan krîzen giriyê derbas kirin. Bavê min û diya min bi telefonê digerin ez hincetekê dibînim û digirim. Ji ber ku dema dibêjin tu ‘çi dikî’ ji çavên min hêsir dibarin. Gelek zehmet e ku ji wan re bêjim çi dikim. Ji ber ku bi kepçeyê bi ser hezaran mirovan de axê dirijînim û rewşa malbatên wan dibînim. Min tu car mirov evqas bêçare nedîtibûn. Em nikarin raz in.”   ‘PSÎKOLOJIYÊ MA XERA BÛ’   Sonmez, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Me di yek carê de 150 kes veşartin. Psîkolojiya me xera bû. Dîmenên goristanan ên di înternetê de digerin hemû yên vê derê ne. Qasî ku ji destê me tê em hewl didin bêyî ku mirovan bişikînin karê xwe bikin lê ev yek ne pêkane.”   Sonmez, da zanîn ku xebat giran didomin û hêj mirov di bin kavilan de ne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema em hatin li cihê em lê diman jêrtir apartmanek hebû hêj li wir dixebitin.”   MA / Ahmet Kanbal – Omer Akin