Bavê wê li ser milên wê canê xwe ji dest da: Ne erdhejê pergalê me kuşt 2023-02-15 11:27:20   MEREŞ - Ji şêniyên gundê Sogutlu yê bi ser navçeya Dulkadîroglû ve Gulcan Saya diyar kir ku bavê wê yê li nexweşxaneyê nehatiye dermankirin li ser milê wê canê xwe ji dest daye û got: “Em ne di bin erdhejê de, di bin pergalê de dipelqiçin.”    Yek ji gundên navçeya Dulkadîroglû ya Mereşê gundê ku herî zêde erdhejê bandorê li ser kiriye gundê Sogutlu ye ku 100 mal lê hene. Gelek mal li gund hilweşiyane û yên li ser pêya mane jî xesarek mezin di wan de çêbûye. Ji ber erdhejê 9 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji heman gundî 5 kesan jî li navenda Mereşê canê xwe ji dest daye. Şêniyên gund li konan bicih bûne û welatî dibêjin ku dewlet neçûye hawara wan û ew bi tenê hatine hiştin.    LI BENDA PIŞTEVANIYA MANEVÎ NE    Gulcan Saya ya ku li ber xirbeyê mala xwe ya li meydana gund e bi du zarokên xwe re rûniştiye wiha got: “Ji tu saziya dewletê tu kes nehat hawara me. Me dev ji alîkariya erzaq û xurekan berdaye, mirov li benda piştevaniya derûnî ne. Em di warê manevî de li benda piştevaniyê ne lê em kesî nabînin.”   BAVÊ WÊ LI BER ÇAVÊ JIYANA XWE JI DEST DIDE    Saya da zanîn ku bi derfetên xwe bavê xwe Mehmet Saya ku di bin xirbeyê xanî de mabû birîndarî derxistine û wî rakirine Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazil û wiha got: “Li nexweşxaneyê ji me re gotin, ‘her kes di rewşa we de ye, yên rewşa wan ji ya we xerabtir hene’. Bavê min ji nexweşxaneyê zivirandin. Bavê min li ser destê min jiyana xwe ji dest da. Em bi saetan li nexweşxaneyê man û bavê min li ber çavê me canê xwe ji dest da. Divê wisa nebûya. Belê mirov di rewşek xerab de ne, welat di rewşek xerab de ye. Lê belê 10 roj in erdhej çêbûye tu rayedarek nehat cem me. Kesekî li halê me bipirse nîne. Em û zarokên xwe di rewşek şerpeze de ne. Divê ku mirov ewqas bêçare û bi tenê nehatina hiştin. Em ne di bin erdhejê de, di bin pergalê de dipelqiçin.”    MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok