Li Islehiyeyê kemçe hatin sekinandin: Dê rakirina kavilên erdhejê bidin îhaleyê 2023-02-15 11:36:41   DÎLOK – Hat zanîn ku li Islehiyeyê bi sedema “Dê bidin îhaleyê”, xebatên rakirina kavilan hatin sekinandin. Li navçeya ku av û ceyran lê hatiye qutkirin, şênî dixwazin tavilê navçeyê biterikînin û ji bo tespîtkirina xesarê hejmarên telefonên xwe hilayîstin deriyên malên xwe.    Di encama erdheja Mereşê de hema hema nîviya navçeya Islehiye ya Dîlokê hilweşiya. Li gel koçberiya ji neçariyê, li navçeyê nîşaneyên jiyanê hema hema xelas dibin. Bi sedema “karên îhaleyê berdewam in”, xebatên rakirina kavilan ên li Islehiyeyê hatine sekinandin. Şêniyên taxên Ataturk, Fevzîpaşa û Bahçelîevlerê yên ku avahiyên wan hilweşiyayîn an jî xesareke mezin gihiştiyê, alavên xwe ji malan derxistin û navçeyê diterikînin.    LI SER DÎWAR Û DERIYAN NIVÎSA ‘HIŞYAR BE’   Erdhejokên li bajar dike ku xelkê navçeyê ji neçarî koçber bibe. Tevî ku xesareke mezin gihiştiye avahiyên wan jî, welatî guh nadin xetereyê, alavên xwe ji malên xwe derdixînin û yan diçin cem xizmên xwe yên li gundan an jî koçî navenda Dîlokê dikin. Li ser gelek avahiyan nivîsa “Hişyar bin, ev avahî dê birûxe!!” hatiye hilayîstin. Her wiha welatiyên ku dixwazin demek beriya demekî ji navçeyê koç bikin, ji bo ku tîmên tespîtkirina xesarê li wan bigerin, hejmarên telefonên xwe bi dîwar û deriyên avahiyên xwe daliqandine û dibêjin; “Ji bo tespîta xesarê bigerin.” Ji bo kesên hêjta li navçeyê dijîn jî hêj av û ceyran nehatiye dayîn. Ji ber vê jî gel zehmetiyeke mezin dijî.    HEJMARA KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎN HEZAR Û 500 KES DERBAS KIR    Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ji hejmara daneyên fermî pir zêdetir e. Li gorî agahiyên ji rayedareke li Nexweşxaneya Dewletê ya Islehiyeyê hatine bidestxistin; hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û qeyda wan hatiye kirin, hezar û 500 kes derbas kiriye. Xebatkarê tenduristiyê dibêje ku bi taybet jî dema hejmara kesên li gundan jiyana xwe ji dest dayîn jî li ser tê zêdekirin, wê demê hejmar 2 hezaran derbas dike.    Piştî ku makîneyên kar ên li navçeyê hatin sekiandin, tîmên tespîtkirina xesarê lez dan xebatên xwe. Me bi tîmên tespîtkirina xesarê re hevdîtin kir û gotin ku xebatên wan li gelek noqteyan beş bi beş tên kirin lewma jî nikarin hejmareke zelal bidin. Her wiha gotin ku ji bo tespîtkirina hejmareke zelal a texrîbatê û avahiyên dê werin hilweşandin pêdivî bi mehekê heye.    RAKIRINA KAVILAN ÇIMA HATE SEKINANDIN?   Yek ji mijarên balkêş ên navçeyê jî bû germoliya îhaleyê. Hat ragihandin ku li hinek taxan ji ber ku dê veguhestina molozan û rakirina kavilan bidin îhaleyê, xebatên rakirina kavilan hatine sekinandin.    MA / Mujdat Can - Îbrahîm Irmak