Li Islahiyeyê 12 malbat di bin du konan de dimînin 2023-02-15 12:03:40   DÎLOK - Li taxa Ataturkê ya navçeya Islahiyeyê mexdûrên erdhejê bi derfetên xwe du kon vedane û 12 malbat lê dijîn û dibêjin li benda alîkariyê ne û dixwazin ew jî bên dîtin.    Li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê ku erdhejê karesatek mezin lê çêkir, xelkê wê neçar dimîne ku ji navçeyê koç bike. Li navçeyê bêdengî serwer e. Taxa Ataturk a navçeyê jî hilweşiyaye û tesîrek mezin li serê bûye. Alîkarî gihîştiye hin mexdûrên erdhejê û hin jî alîkarî negihiştiye mexdûran. Hê jî erdhejok li navçeyê çêdibin. 12 malbat li hev kom bûne û bi derfetên xwe du kon peyda kirine û lê dimînin.    BAVÊ WÎ LI BER ÇAVÊ WAN DIMIRE    Ji malbata Temtek ku terkî qedera xwe hatine kirin Metîn Temtek diyar kir ku dayika wî Fatma (70) û bavê wî Muzaffer Temtek (84) bi bin xirbeyê mala xwe de ya li taxa Bahçelîevlerê mane û jiyana xwe ji dest dane. Temtek anî ziman ku bavê wî di bin kavil de heta saetekê jî bi wan re axivî ye û paşê bavê wî li ber çavê wan canê xwe ji dest daye. Temtek got wan rojek şûnve bi derfetên xwe cenazeyê bavê xwe derxistiye û cenazeyê dayika xwe jî sê roj şûnve derxistiye. Temtek da zanîn ku heke mudaxileyek di wextê xwe de bihata kirin wê dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest nedana.    PEDIVIYA WAN BI AV, CEYRAN Û GERMÊ HEYE    Temtek anî ziman ku wan 12 malbatên xizmên hev du kon ava kirine û di bin van her du konan de dimînin û ew bêxwedî hatine hiştin. Temtek da zanîn ku ew çûye gel keyayê taxê û wî jî gotiye, ‘li çareya serê xwe binêrin’ û tiştek nekiriye. Temtek diyar kir ku av û ceyrana wan nîne û pêdiviya wan bi amûrên germkirinê hene û xwest rayedar wan jî bibînin û li halê wan bipirsin.    MA / Mujdat Can - Îbrahîm Irmak