Girtiyan li dijî Komploya 15’ê Sibatê banga mezinkirina têkoşînê kirin 2023-02-15 12:31:19   ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin: “Divê em birêz Ocalan azad bikin. Azadî jî tenê bi  têkoşîn û xwebirêxistinkirinê dibe.”    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê bi boneya 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi rêya malbatên xwe nameyek şandin û komplo şermezar kirin. Di nameyê de tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî hate nirxandin û banga têkoşînê kirin.    Di nameya girtiyan de wiha tê gotin: “Di rojeva gelê me de tenê rojevek heye. Ew jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Di dîrokê de tu mînakên mîna vê nînin. Ji qralan heta împarator û sûltanan; tu kesî, tu îktîdaran heta niha rêberê gelekî ewqas bi tena serê xwe nehiştiye û tarîtî û zordestiyeke wiha mezin nekiriye. Rejîm AKP-MHP’ê, bi van kirinên xwe re navê xwe bi awayekî lanetî li dîrokê nivîsandin. Ev xerabî hate kirin û divê gelê me vê yekê tu carî ji bîr neke. Divê kiriyarên vê rejîmê raxin ber çavan. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, di heman demê de tecrîda li ser Kurdistanê ye. Hemû qanûn û nirxên exlaqî, bi awayekî derhiqûqî tên meşandin. Tecrîd, tê wateya israra di şerê li dijî kurdan de û têkbirina aboriya gelan. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, tunekirina çand, nirx û ramanên civakê û mirovahiyê ye.    TAŞ Û AKAR VEXWENDIN AZADIYÊ   Tu gelan bi qasî kurdan ji faşîzmê nekişandin. Divê peyamên Bubo Taş û Mehmet Akar ku li dijî tecrîda xwe şewitandin, baş bên fêmkirin. Ev agir, bangawaziyek e. Tê wateya têkbirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan. Zext û zilma faşîzmê ya li girtîgehan bi her awayî didome. Tevahiya polîtîkayên qirêjî di serî de li girtîgehan dikevin meriyetê. Piştre jî li ser civakê belav dikin. Lewma jî em rûyê tarî ê faşîzma AKP-MHP’ê baş dizanin û baş nas dikin. Weke girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê dimînin, em tevahiya van gefan dijîn. Birêz Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe, rêya rast nîşanî me dide. Şehîd Bubo Taş û Mehmet Akar, bi agirê berdayîn bedena xwe ve em vexwendin têkoşînê û bi têkbirina tecrîdê re em vexwendin azadiyê. Weke girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê, em vî dengî kêlî bi kêlî dibihîstin û deng didin vî dengî.    Heke gelê me yê welatparêz, derdorên demokrat, kesên azadiyê dixwazin û hemû derdorên civakî bixwazin ji vê zilm û faşîzmê rizgar bibin, divê di bangawaziyên têkoşînê de bibin yek. Divê li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê, hemû kes dengê xwe bilind bike û qadan tije bikin. Divê em vê rejîmê biguherînin. Divê em birêz Ocalan rizgar bikin. Azadî tenê bi têkoşîn û xwebirêxistinkirinê pêkan e.”