Di bin gorê de zarok li ser gorê cilên wan 2023-02-15 12:44:28   DÎLOK - Li gundê Kerkut a Islahiyeyê bi piraniya kesên li goristanê hatine veşartin, zarok in. Malbatan cilên zarokên xwe bi kêlikên wan ve danîn.    Nîvê gundê Kerkut ê navçeya Islahiyeya Dîlokê ji ber erdhejê rûxiyaye. Li gund 120 mal hene û bi ser 60 malî re hilweşiyane. 56 kesan li gund jiyana xwe ji dest daye. Li wan malên li ser pêya mane jî hê tespîta xesarê nehatiye kirin. Welatî newêrin biçin malên xwe. Welatî di konan de bicih bûne. Kesên ku xizm û zarokên wan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, li ser gorên wan şîna xwe dikin.    CILÊN WAN BI KÊLIKÊN WAN VE HATINE DALIQANDIN    Yek ji mexdûrên erdhejê Îdrîs Yolal e û mala wî xera bûye. Yolal îşaretî goristana ku cenaze lê hatine veşartin kir û wiha got: “Di van gorên hûn dibînin de bi piranî gorên zarokan in. Zarokên gundên me hemû mirin. Malbatan cilên zarokên xwe bi kêlikan ve danîne.”    5 GOR Û TABÛREYEK    5 gor li kêleka hev in û tabûreyek li ber gorekê bala me dikişîne. Yolal diyar kir ku di van goran dayik û çar zarokên xwe hatine veşartin. Yolal anî ziman ku ji malekê dayik û 4 zarokên xwe jiyana xwej i dest dane û bavê zarokan sax maye û wî tabûre daniye ber gorê û her roj bi saetan li vir rûdinê. Yolal da zanîn ku êşa malbata wî jê re giran hat û hişê wî ji serê wî çûye.    DARBESTÊN VALA    Li gund êş û xemek mezin heye. Ji bo gund vegere ser rewşa xwe ya asayî divê gelek dem bibihûre. Li ser rêya goristanê gelek darest hene. Ev darbest ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane û ji bo yên ji bin xirbeyan bên derxistin hatine sekinandin.    ZAROK DIÇIN SERDANA GORÊN HEVALÊN XWE   Zarok jî diçin serdana gorên hevalên xwe. Zarokên bûne mexdûrên erdhejê li ser gorên hevalên xwe dibêjin ku ew hevalên xwe ji van cilên wan hatine daliqandin nas dikin.    MA / Îbrahîm Irmak