Li Amedê kampanyaya ‘Ji bihakirina kirê re na’ tê destpêkirin 2023-02-15 13:11:11   AMED - Serokê DÎSÎAD’ê Nûrûllah Edemen bertek nîşanî bihakirina kirêyên xaniyan ku piştî erdhejê hatin kirin da û got ew ê li Amedê dest bi kampanyaya “Ji bihakirina kirê re na” bidin destpêkirin.    Piştî erdhejên ku navenda wê Mereş bû çêbûn, bihayên kirêyên xaniyan jî li gelek bajaran hatin zêdekirin. Serokê Desteya Rêveberiya Komeleya Mirovên Karsazên Pîşesaziyê ya Amedê (DÎSÎAD) Nûrûllah Edemen bertek nîşanî bihakirina kirêyan da û bang li her kesî kir ku bi hestên piştevanî û mirovî tevger bikin. Edemen têkildarî bihakirina kirêyên xaniyan daxuyaniyek nivîskî belav kir û wiha got: “Em di pêvajoyek ku travmayek giran qewimî de derbas dibin. Em ê demek dirêj bi pêçandina birînên xwe ve mijûl bin û nikaribin ji bin vî barî derkevin. Ji bo em vî barî sivik bikin divê em li gorî hestên piştevanî û mirovî tevger bikin.    PÊDIVÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE    Di serê her tiştî de hewcedariya hêwirînê tê. Heta ku ev birînên me baş bibin wê demek dirêj bigire. Lewma li seranserî welat pêdivî bi piştevaniyê heye. Di van rojên ku xema me giran û em dibin şahidê karesatek mezin, hin geşedanên ku em red dikin û napejirînin jî diqewimin. Dema em van geşedanên neyînî dibihîzin me bêtir xemgîn dike. Bi taybetî li Mêrsînê û Amedê xwediyên xaniyan bi bihayên zêde xaniyên xwe didin kirê. Em viya dibihîzin û carna jî dibin şahidê vê yekê.    YÊN KU XELKÊ DIŞÊLÎNIN WÊ WERIN DEŞÎFREKIRIN’    Xwediyên xaniyan ên bi bihayên ji pîvanê zêdetir kirê dixwazin. Ji roja ewil a erdhejê ve me bi Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê re dest bi ebatê kir û em hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Em hê hewl didin birînên gelê xwe bipêçin hin kes di pişt me re dixwazin gelê me bişêlînin. Xwediyên xaniyan ku ji kesên hewcedariya wan bi xaniyan heye, bihayê pir zêde dixwazin. Dema em vê dibihîzin û dibînin mudaxileyî vê yekê dikin.    Lê ez dixwazim bangek giştî bikim; Wê ev roj derbas bibin û yên ku di rojên wiha xedar de xelkê me dişêlînin, wê neyên jibîrkirin. Me derbarê vê mijarê de xebat da destpêkirin. Yên ku li ser kirêya xaniyan û li qadên cuda rantê dikin werin tespîtkirin û dê bên deşîfrekirin.    KAMPANYA ‘JI BIHAKIRINA KIRÊ RE NA’ DIDIN DESTPÊKIRIN    Me li dijî bihakirina kirêyan a zêde kampanya da destpêkirin. Em bang li xelkê xwe dikin; em ê kampanyaya ‘Ji bihakirina kirê re na’ didin destpêkirin. Em ji welatiyên xwe rica dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya me.”