Ji Wezaretê daxuyanî: 508 zarok radestî malbatên wan hatin kirin 2023-02-15 13:15:07   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî diyar kir ku 508 zarokên di bin bandora erdhejê de mane piştî kontrolên nasnameyên wan radestî malbatên wan hatine kirin.    Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî daxuyand ku ji hezar û 396 zarokên ku rfekatvanê wan nebûn hezar û 114 nasnameyên zarokan diyar kirine û  508 zarok radestî malbatên wan kirine. Wezaretê têkildarî mijarê daxuyanî da û destnîşan kir ku li 10 bajarên ku erdhej lê çêbûn hezar û 396 zarok bêrefakat bûn û nasnameya hezar û 114 zarokan diyar kirine û ji van jî 508 zarok radestî malbatên wan hatine kirin û hê jî nasnameya 282 zarokan nehatine eşkerekirin.    Li gorî daxuyaniyê hat diyarkirin ku ji hezar û 396 zarokan tedawiya 721 zarokan dewam dike û tedawiya 167 zarokan jî temam bûye û hildane bin parastina wezaretê.