MYK'a HDP'ê: Dem dema hevrûbûna bi komploya navnetewî re ye 2023-02-15 13:30:37 ENQERE - MYK'a HDP'ê destnîşan kir ku dem dema hevrûbûna bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ye û diyar kir ku Tirkiye bi komployê ketiye nav krîzan û çareserî jî bi diyalogê pêkane.    Lijneya Rêvebirina Navendî (MYK ) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî salvegera 24'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî parve kir. HDP'ê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê "Komploya navneteweyî bi tecrîda girankirî tê berdewamkirin" weşand de diyar kir ku encamên komploya navneteweyî ku beriya 24 salan pêk hat hilweşîneke mezin bi xwe re anî û destnîşan kir ku divê her kes bi encamên komployê re hevrû bibe. HDP'ê da zanîn ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, hemû hiqûq û peymanên navneteweyî tên binpêkirin û tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin.   Daxuyaniya HDP'ê wiha ye:    "Di ser komploya navneteweyî re 24 sal derbas bûn. Bi komploya navneteweyî re xwestin aştiya vê civakê û îradeya pêkvejiyana gelan ji holê rakin. Ev zihniyet îro jî berdewam dike. Komploya navneteweyî îro ji Îmraliyê dest pê kiriye û hemû civak xistiye bin bandora xwe. Komplo îro bi tecrîda girankirî tê berdewamkirin.    AKP BI TECRÎDÊ POLÎTÎKAYÊN NEÇARESERIYÊ LI SER CIVAKÊ FERZ DIKE   Birêz Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Hemû hiqûq û peymanên navneteweyî tê binpêkirin û tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin. Ev yek sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Birêz Ocalan di nav şert û mercên dijwar de bi aqil û feraseta xwe ev komplo û tiştê ku bi komployê dihat armanckirin pûç kir û hesabê wan serobin kir. Bi vê aqil û ferasete nehişt ku gel têkevin qirika hevdu û dijminahiya di navbera gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn bê kûrkirin. Bi hemû hêza xwe hewl da ku aştiyê pêk bîne. Lê ew zihniyeta ku ev komplo pêk anî, niha jî dixwaze bi tecrîdê dengê birêz Ocalan qut bike. Komplo îro bi destê AKP’ê tê meşandin. AKP polîtîkayên şer kûr dike bi vê yekê polîtîkayên neçareseriyê li ser civakê ferz dike.    Ji Adara 2021’an vir ve tu agahiyek ji Îmraliyê nayê girtin, hevdîtin nayê kirin. Daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzer, Hevserokên me yên Giştî û parlementerên me tê redkirin. Daxwaza hevdîtinê ya ji 2 hezaran zêdetir parêzerên cîhanê nayê qebûlkirin. Di 11 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran, di 8 salên dawî de jî tenê 5 caran malbatê karibûye hevdîtinê bike.    KOMPLO BI FETISANDINA ŞOREŞÊ TÊ BERDEWAMKIRIN   Komplo îro bi tecrîda girankirî, bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi daxwaza fetisandina şoreşê û bi kûrkirina polîtîkayên dijminahiyê tê berdewamkirin. Ji bo wê jî îro bi tecrîda girankirî dixwazin ji tiştê ku 24 sal berê xistibûn meriyetê encam bigirin. Ji bo wê jî komployê û tecrîda girankirî li Tirkiyeyê di warê civakî, aborî, siyasî û birêvebirinê de qeyraneke mezin bi xwe re anî. Bingeha wan qeyran û aloziyan di esasê de xwe dispêre neçareserkirina pirsgirêka Kurdan û kûrkirina tecrîdê. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd, kesên azadîxwaz û demokrat bi salan e dixwazin vê yekê biguherin û ji bo wê jî gelek berdêlên giran dan. Em careke din diyar dikin ku eger ev feraset, ev nêzikatî neyê guherandin, pirsgirêkên heyî dê hîn kûrtir bibin.    ENCAMÊN KOMPLOYÊ HEMÛ CIVAK FETISANDIYE   Di ser komploya navneteweyî re 24 sal derbas bûn. Komployê di encamê de hilweşîneke mezin bi xwe re anî. Divê her kes bi encamên wê re hevrû bibe. Bi komployê tenê Birêz Ocalan nehatiya armanckirin, di heman demê de encamên komployê îro hemû civak fetisandiye, dîl girtiye. Ev nêzikatî dibe sedema qeyranên mezintir.    ROJEK BERÎ ROJEKÊ TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN RAKIN   Bi boneya salvegera komploya navneteweyî em careke din bang dikin. Rojek berî rojekê tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin. Werin em li wî welatî aştiyê ava bikin. Werin em pirsgirêkên xwe yên civakî bi diyalogê, bi rêbazên demokratîk çareser bikin. Werin em bi hev re jiyaneke hevpar, civakeke ewle li ser esasên demokratîk ava bikin."