3 leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin ji wezîfeyê hatin girtin 2023-02-15 13:33:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hatayê 3 leşkerên ku bi îşkenceyê Ahmet Gureşçî qetil kirin, ji wezîfeyê hatin girtin.    Li navçeya Altinozû ya Hatayê leşkerên girêdayî Qereqola Cendirmeyan a Altinozu roja 12’ê sibatê Ahmet Gureşçî kirin binçavan û bi îşkenceyê ew qetil kirin. Birayê Gureşçî, Sabrî Gureşçî jî bi îşkenceyek giran re rûbirû mabû û bi şertê kontrola edlî ji binçavan hat berdan. Bavê her du welatiyan giliyê leşkeran kir. Li ser gilîkirinê Sabrî Gureşçî leşkerên ku îşkence li wan kiribûn teşhîs kir. Sê leşkerên ku îşkence û muameleya xerab li her du birayan kiribûn, ji wezîfeyê hatin girtin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî ji wezîfegirtina leşkerên îşkencekar li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got: “Karûbarên edlî yên têkildarî îşkenceya leşkeran temam bûn. Sabrî Gureşçî yê bi awayek ‘gumanbar’ hatibû binçavkirin hatiye berdan. Bavê wan giliyê leşkeran kiriye. Piştre Sabrî Gureşçî leşkerên îşkencekar teşhîs kiriye. Sê personelên cendirmeyan ku îşkence û muameleya xerab kirin, ji wezîfeyê hatin girtin.”    Jandarmada İşkence ile ilgili adli işlemler tamamlanmştır.Sabri Güreşçi şüpheli olduğu dosyadan serbest kalmıştır.Aynı zamanda baba ölen oğlu için şikayetçi olmuş,Sabri Güreşçi işkencecileri teşhis etmiştir.Üç jandarma personeli işkence ve kötü muameleden dolayı açığa alınmıştır. https://t.co/OdJWqlzGAn — Özgürlük için Hukukçular Derneği (@ohdgenelmerkez) February 15, 2023