Nûrdagi veguheriye goristanê! 2023-02-15 13:41:27   DÎLOK - Li navçeya Nûrdagiyê hêj bi dehan welatî di bin kavilan de ne. Navçe, bi goristanên li taxê hatine çêkirin re “bajarekê veguheriye goristanê” tîne bîra mirov.    Di 6’ê Sibatê de li Bazarcix a Mereşê du erdhej çêbûn û bandoreke hilweşîner li ser 10 bajaran kir. Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane 35 hezar derbas kir. Li gelek bajaran hêj bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Ji bo rizgarkirina welatiyên di bin kavilên navçeya Nûrdagi ya Dîlokê de mayîn, li hinek noqteyan xebat berewam in. Li hinek noqteyan jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatine bidawîkirin.    PIRSGIRÊK BERDEWAM IN    Hem li navenda bajar û hem jî li gundên wê mexdûrên erdhejê li benda çareserkirina pirsgirêkan e. Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê yên weke kon, konteyner, germkirin, daşir, ceyran û avê hêj berdewam in. Ji ber ku kirariyên komkirinê nehatine destpêkirin, li gelek noqteyê bajar çop zêde kombûne.    LI HINEK NOQTEYAN XEBAT DIDOMIN   Bi ser erdhejê re 10 roj derbas bûn lê hêj di bin kavilan de welatî hene. Dilxwazekî AFAD’ê yê ku em pê re axivîn got ku li bajar hêjta gelek welatî di bin kavilan de ne. Dilxwaz wiha dibêje: “Gelemperiya xebatan bi dawî bûn. Lê belê li çendek noqteyan hêj berdewam in. Ji ber vê yekê, li gorî me hêj gelek welatî di bin kavilan de ne. Lê belê em nizanin bê ka hêj dijîn an na.”    LI GORISTANÊ BI DEHAN GOR HATIN KOLANDIN   Li goristana Taxa Aslanliyê bş dehan gorên nû hatin kolandin. Tê gotin ku gorên vala, ji bo welatiyên di bin kavilan de hatine kolandin. Her wiha li goristana Taxa Nû jî gelek gorên vala hene. Li her du goristanan jî bi hezaran gorên kesên piştî erdhejê hatine definkirin hene.    MA / Berîvan Kutlu