Mojust cihêkariya li herêmên erdhejê veguhezand Neteweyên Yekbûyî 2023-02-15 14:37:05   CENEVRE - Weqfa Çavdêriya Edaletê ya Navnetewî ya Mezopotamyayê (Mojust) ku navenda wê li Cenevreyê ye cihêkarî û êrişên li dijî penaberan û welatiyên sivîl ji aliyê polîs û leşkeran ve li herêmên erdhejê hatin kirin, veguhezand Neteweyên Yekbûyî.    Weqfa Çavdêriya Edaletê ya Navnetewî ya Mezopotamyayê (International Fondation Mezopotamia Observatory of Justice-Mojust) ku navenda wê li Cenevreyê ye têkildarî erdhejên ku li Kurdistan, Tirkiyeyê û Sûriyeyê çêbûn û heta niha li gorî daneyên hatine parvekirin kut ê gotin 40 hezar mirov jiyana xwe ji dest daye, serî li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Mojust diyar kir ku alîkarî û pişteavniyek navneteweyî di astek zêde hatiye kirin û hikûmetê xebatên alîkarî û rizgarkirinê koordîne nekiriye. Her wiha di serlêdanê de hat destnîşankirin ku bi awayên cuda gihandina alîkariyê ya netewî û navneteweyî hatiye astengkirin.    ASTENGKIRINA ALÎKARIYÊ    Mojust di serlêdana xwe de bal kişand ser astengkirina alîkarî û piştevaniyê ya herêmên erdhejê û bi taybetî alîkariya hatiye xwestin bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di warê cihêkariya rizgarkirinê û alîkariyê de jî gelek rapor gihîştine ber destên wan û îşaretî daxuyaniyên hikûmetê ku têkildarî mijarê dane kir.    BALÊ KIŞAND SER CIHÊKARIYÊ    Mojust her wiha di serlêdana xwe de balê kişand ser cihêkariya li herêmên bi piraniya wê kurdên elewî lê dijîn û bûne mexdûrên erdhejê û welatî ji ber nasnameya xwe netewî û baweriyê bi cihêkariyê re rûbirû mane. Weqfê ango Mojustê di serlêdana xwe de balê kişand ser êrişên ku polîs û leşkeran li herêmên erdhejê li welatî û penaberan kiriye û gelek mirov bi îşkenceyê re rûbirû mane. Mojust di serlêdanê de behsa biryara Rewşa Awarte (OHAL) ku ji bo herêmên erdhejê hatiye ragihandin kir û ji ber vê biryara OHAL’ê alîkariya gelek kesan û saziyan jî hatiye desteserkirin. Mojust da zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê Twittera ku cihên gelek mirovên di bin xirbeyan de radigihand jî asteng kiriye.    REWŞA GIRTÎGEHAN    Mojust balê kişand ser rewşa girtîgehan û di asta ku tê xwestin de girtî û malbatên wan ên li herêmên erdhejê dimînin pêwendiyek birêkûpêk danenîne.    ‘PEYMAN TUNE HATINE HESIBANDIN’    Mojust di serlêdanê de destnîşan kir ku Tirkiyeyê peymanên navneteweyî tune hesibandiye û di rewşek ku drama mirovî qewimî ye de alîkarî hatine astengkirin, cihêkarî hatiye kirin, li dijî sivîlan îşkenceyê pêk hatine û sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Mojust di derbarê van mijaran de xwest ku yekîneyên eleqedar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) demildest bikevin tevgerê û divê ji bo alîkariya navneteweyî bigihîje mexdûran mekanîzmeyek şopandinê ava bike.    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Weqfê di daxuyaniya ku li ser malpera xwe weşandiye de destnîşan kir ku hê jî bi milyonan mirov li benda alîkariyê ye û bang li her kesî kir ku piştevaniya mexdûrên erdhejê bikin.    MA / Ruştu Demîrkaya