Komeleya Pira Gelan: Sûcê nefretê dê tevahiya welêt bişewitîne 2023-02-15 14:41:48 ÎZMÎR – Serokê Komeleya Pira Gelan Cem Terzî bertek nîşanî hedefgirtina penaberan li herêmên erdhejê da û wiha got: “Heke sûcê nefretê ji gotinê derkeve û were pratîzekirin, dê tevahiya welêt bişewitîne.”    Komeleya Pira Gelan têkildarî hedefgirtina penaberan li herêmên erdhejê, li avahiya xwe daxuyanî da. Li gel rêveberên komeleyê, her wiha nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Akademiya Piştevaniyê ya Îzmîrê û gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.    'ZÎHNIYETA TARÎ HEDEF NÎŞAN DIDE’   Serokê Komeleya Pira Gelan Cem Terzî daxuyanî xwend û wiha got: “Kesên ku nikarin îktîdarê hedef bigirin, sûriyeyiyan hedef nîşan didin. Ev zîhniyeta tarî ya ku nîjadperestiyê dike, ji ber xwe ve ji sûriyeyiyan çeteyeke sûc, komeke diz û artêşa talankeran ava kiriye û bi vê yekê re berpirsyaran ji rojevê dûr dixin. Saziyên ku divê li dijî gotinên nefretê û cihêkariyê têbikoşin jî penaber bi tenê hiştin. Rêveberiyên Koçberiyê yên Bajar û walîtî, alîkariyên weke cihê mayînê, cil û berg û alavên hîjyenê nadin penaberan. Belgeyên destûrê yên çarçoveya wê û pêvajoya piştre nediyar ên ji bo 60 rojan didin penaberan û neçarî bêçaretiyê dikin. Lê divê heman xizmeta hemwelatiyan bo penaberan jî were kirin.”    'GOTIN DÊ VEGUHERE PRATÎKÊ’    Terzî wiha bi dawî kir: “Nexwe dê ev gotinên nefretê bên pratîzekirin. Ev yek dê di navbera gelan de birînên mezin veke. Dê kesên mazlum hêj bêhtir têk bibe. Ji kerema xwe penaberan hedef nîşan nedin. Ji zimanê nefretê dûr bisekinin. Dijminatiya li penaberan dê bi kêrî kê were? Ma muxalefet wiha tê kirin? Ma ji berpirsyar û serdestan wiha hesab tê pirsîn? Tundiya ku ji ber sûcê nefretê pêş dikeve, ma tevahiya welêt naşewitîne?”