Li Mexmûrê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê kirin 2023-02-15 15:15:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi hezaran kes bi meşa têkildarî 15’ê sibatê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê kirin.    24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hate şermezarkirin. Bi hezaran kes li ber Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hatin gelhev û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Di meşê de posterên Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ ‘Dem dema azadkirina Rêber Apo ye’, ‘Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin’ hatin hilgirtin. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY’yê li wir sekinîn û daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê girseyê Endama Meclîsa Gel Bêrîvan Kaya di daxuyaniyê de axivî.    ‘DEMA DEMA BIKARIBIN RÊBERTIYA XWE BI FIZÎKÎ AZAD BIKENE YE’   Kaya di destpêka axaftina xwe de Komploya 15’ê Sibatê şermezarkir û got: “Dewletên dagirker bê navber hovîtiya xwe li ser Rêbertiya me dike, li ruxmê vê hovîtiya wan Rêbertî bêyî ku navber bide berxwedan û têkoşîna xwe domand. Em jî kêlî bi kêlî xwe di nava vê berxwedanê de dibînin û di nava vê berxwedanê de xwedî hêz û vîn in ku dijmin ji her gaveke me ditirse. Ji bo wê jî êrişî gêrîlayên me dike, bi wê ve girêdayî tecrîda li ser Rêbertî ya ku ev 24 sal in bi hemû hovîtiya xwe tê meşandin, li ser gelê wargeha Mexmûr jî tê pêkanîn. Ji ber vê em ji vê ne xerîb in û ji bo wê jî divê em kêlî bi kêlî bi Serokatiya xwe re xwe bikin yek ku em bikaribin berxwedana xwe bi ser bixin. Hevalên ku bi agirê bedena xwe li derdora Rêbertî xwe kirîn xelekek ji agir û gotin ‘em ê bi agirê bedena xwe Rêbertiya xwe azad bikin û vê dijminiya ku li ser gelê kurd em ê bi dawî bikin. Ji bo wê divê em jî bikaribin vî agirê serhildanê hîn geştir bikin û bigihînin azadiyê. Ji ber ku niha dem dema em bikaribin Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikine ye. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.