Ji Koma Voys’ê têkildarî erdhejê dosyaya vîdeo-nûçeyê 2023-02-15 15:34:36 STENBOL - Koma Vîdeo-Nûçeyan a Voys’ê dosyaya vîdeo-nûçeyê ya bi navê “Karesata Mezin|Şeva Dirêj” ku bendemanîna mexdûrên erdhejê vedibêje, amade kir.    Koma vîdeo-nûçeyê ya bi navê Voys’ê, dosyaya vîdeo-nûçe ya bi navê “Karesata Mezin|Şeva Dirêj” ku bendemanîna mexdûrên erdhejê vedibêje amade kir. Di vîdoeyê de mexdûrên erdhejê yên ku di dema xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de li ser kavilên avahiyên hilweşiyayî li benda agahiyeke ji xizmên xwe disekinin hatiye vegotin. Vîdeo, ji 6 deqeyan pêk tê.    Di vîdeoyê de xizmên akademîsyen Betul Balikçioglû yên ku li ser kavilên avahiya Balikçioglû di bin de ma ye disekinin û kavilên avahî cih digirin. Dîmen û axaftinên di dema xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de, kekê Balikçioglû yê bi navê Yûsûf Balikçioglû ku li gel malbatên din ên xizmên wan di bin kavilên avahî de mane û li dora agirekî hatiye vêxistin kom bûne, dîmenên welatiyê ku dema cenazeyê ji bin kavilan derxistî û di wê navberê de ji kesên li benda xizmên xwe disekinin re dibêje “Serê we sax be” jî hene. Vîdeo, dema kesê cenazeyan têxe tûrikan îşaret bi tûrikan dike û dibêje “Birayê min ka yekê din jî bîne” bi dawî dibe.    Hûn dikarin xwe li ser vê lînkê bigihînin dosyaya vîdeo-nûçeyê: https://youtu.be/vGY-oil9-2c