Dijwariya îşkenceya li Gureşçî hatiye kirin di rapora tibê de derket holê 2023-02-15 16:01:26   HATAY - Ahmet Gureşçî li Hatayê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Tiştên ku Sabrî Gureşçî yê îşkence lê hatibû kirin di muayeneya Saziya Tiba Edlî de anîbû ziman, dijwariya îşkencê derxist holê.    Li navçeya Altinozû ya Hatayê leşkerên girêdayî Qereqola Cendirmeyan a Altinozu roja 12’ê sibatê Ahmet Gureşçî kirin binçavan û bi îşkenceyê ew qetil kirin. Birayê Gureşçî, Sabrî Gureşçî jî bi îşkenceyek giran re rûbirû mabû û bi şertê kontrola edlî ji binçavan hat berdan.     Cenazeyê Ahmet Gureşçî di 13’ê sibatê de li Altinozu hatibû veşartin.    3 LEŞKER JI WEZÎFEYÊ HATIN GIRTIN    Sabrî Gureşçî yê bi îşkenceyek dijwar re rûbirû mabû ji bo rapora îşkenceyê werbigire wî biribûn Edeneyê. Saziya Tiba Edlî ya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê rapora îşkenceyê da Gureşçî.    Li ser gilîkirina malbatê Sabrî Gureşçî 3 leşkerên ku îşkence kiribûn teşhîs kir û her sê leşkera jî ji wezîfeyê hatin girtin.    QALA ÎŞKENCEYÊ KIR    Sabrî Gureşçî li Saziya Tiba Edlî giliyê îşkenceyê kir û da zanîn ku leşkeran bi jop û daran li wan daye û îşkenceyek dijwar li wî û kekê wî hatiye kirin. Gureşçî got leşkeran bi cure îşkenceyê gef li wan xwariye û bi lêdanê keke wî qetil kirine û wî jî anîne asta kuştinê.    XEDARIYA ÎŞKENCEYÊ    Di rapora ku li gorî vegotinên Gureşçî hat amadekirin de gelek tespîtên girîng cih girtin û dijwariya îşkenceyê xwe di raporê de da nîşandan. Di raporê de jî hat eşkerekirin ku Ahmet Gureşçî di encama îşkenceyê de hatiye kuştin. Her wiha di raporê de hat gotin ne mimkin e ev îşkenceya hatiye kirin bi mudaxileya tibê were başkirin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen