Derheqê Diyar Galeria ku di erdhejê de hilweşiya bû tu doz nehatine vekirin! 2023-02-15 16:25:15   AMED - Hat zanîn ku têkildarî birîna stûnên Diyar Galeria’yê ku di erdhejê de hilweşiya bû tu lêpirsîn an jî doz nehatine vekirin.    Di erdhejê de 2 bloqên Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê ya li ser Cadeya Elazigê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê hilweşiya bûn. Dihat îdiakirin ku stûnên navenda kargehan hatine birîn lê hat zanîn ku derheqê mijarê de tu lêpirsîn an jî doz nehatine vekirin. Piştî erdhejê, mitehit, endezyar û kesên berpiryar ên Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê û avahiyên din jî di nav de bi giştî 40 kes hatin binçavkirin. Kar û barên îfadegirtinê yên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, berdewam in.    RÊVEBERÊ SÎTEYÊ YÊ BERÊ: EZ NEBÛM ŞAHID   Di demeke ku kirariyên li edliyeyê didomin de me xwe gihand rêveberê ewil ê sîteya Diyar Galeria’yê Kenan Aksu ku karegeha wî jî li wir e. Kenan Aksu, da zanîn ku ne di dema rêvebertiya wî de û ne jî di pêvajoyên piştre de nebûye şahid ku stûnên wê hatibin birîn û agahiyeke wiha nebihîstiye. Aksu, got ku bi sedema birîna stûnan jî heta niha tu doz nehatine vekirin.    RÊVEBERÊ NÛ YÊ SÎTEYÊ: DOZ TUNE NE   Rêveberê nû yê Diyar Galeria’yê Sabrî Sarsmaz jî îdiayên têkildarî mijarê red kir. Sarsmaz, diyar kir ku bi marketa heyî re tu dozên wan nînin. Sarsmaz, got ku parêzer Serhan Ozdemîr ji ber birîna stûnan tu doz li marketê venekirine û ev agahî red kir.    HEVALÊN OZDEMÎR DOZ DEREWANDIN   Hevalên xebatê yên parêzer Serhan Ozdemîr dan zanîn ku Ozdemîr ne di pêvajoya dema rêvebertiya Diyar Galeriayê dikir de û ne jî di pêvajoyan piştre de derheqê marketê de tu doz venekirine.    XWEDIYÊ MARKETÊ ÎDIA DEREWAND   Parêzerê xwediyê marketê Lûtfûllah Yaçi jî têkildarî îdiayên li miwekîlê wî tên kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Yalçi, wiha got: “Divê were zanîn ku ev 20 sal in em bi 20 şaxên xwe di sektora market, înşeat, avahîsazî û venêrîna avahiyan de xizmetê didin bajarê xwe. Di van rojên wiha biêş de têkildarî şaxa me ya di bin Sîteya Diyar Galeria’yê de hinek îdia tên kirin ku dibêjin me hinek tiştên statîka avahî xerab dikin kirine. Di çarçoveya tecrûbeya xwe ya di qadên îneat, avahîsazî û venêrîna avahiyan de em baş dizanin bê ka stûn ji bo avahiyekî tên çi wateyê. Nîşaneya vê ya herî şênber jî qelîteya avahiyên ku me li Amedê çêkirin û rewşa wan a piştî erdhejê ye. Şaxa me ya li Diyar Galeria’yê ji sala 2013’an ve xizmetê dide û tu hewldanên me yên ji bo xerakirina statîka avahî nehatine kirin. Di vê xisûsê de em hemû axaftin û îdiayên derheqê koma me de bi tundî red dikin. Têkildarî mijarê lêpirsîn hatiye vekirin û dê mijara behsa xeberê ji her alî ve were lêkolînkirin. Em jî ji bo ku hemû qonaxên lêpirsînê bi awayekî zelal bên meşandin, dê bi we re parve bikin. Em careke din dibêjin ku Xwedê rehma xwe li qurbaniyên erdhejê bike û şîfaya xêrê bo birîndaran hêvî dikin.”    SEROKÊ BAROYÊ: DOZEKE HATIYE VEKIRIN TUNE YE   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî beşdarî bernameya  TV’yekê bû da zanîn ku parêzer Serhan Ozdemîr jî di nav de tu kesên li Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê jiyana xwe ji dest dayîn têkildarî mijarê doz venekirine.