Hiqûqnasê Destûra Bingehîn: Divê hilbijartin herî dereng di 18’ê hezîranê de bên kirin 2023-02-15 16:31:14   STENBOL - Hiqûqnasê Destûra Bingehîn Îbrahîm Kaboglû da zanîn ku hilbijartin tenê di rewşeke şer de dikarin bê taloqkirin, tu rayeya taloqkirina hilbijartinan a YSK’ê nîne û divê hilbijartin herî dereng di 18’ê hezîranê de bên kirin.    Parlamenterê CHP’ê û Hiqûqnasê Destûra Bingehîn Îbrahîm Kaboglû têkildarî nîqaşên taloqkirina hilbijartinê ya ji ber erdheja Mereşê, li ser medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kaboglû bal kişand ser xala 78’an a Destûra Bingehîn û wiha got: “Ev xal vekirî ye û ji şîroveyan re girtî ye. Dibêje ku ‘heke ji ber rewşa şer derfetên heyî rê nedin lidarxistina hilbijartina nû’, wê demê TBMM dikare hilbijartinan salekê paşve bide. Bi tu sedemên din nabe ku hilbijartin bên taloqkirin.”    Di heman demê de Kaboglû da zanîn ku tu rayeya Saziya Hilbijartina Bilind (YSK) a taloqkirina hilbijartinê nîne û wiha got: “Weke encam; hukmê Destûra Bingehîn eşkere ye: Divê hilbijartin herî dereng di 18’ê hezîranê de bên lidarxistin.”