Li Amedê xaniyên birîsk tên valakirin, gel bêçare ye 2023-02-15 17:11:57   AMED - Li Amedê di çarçoveya xebatên tespîtkirina xesarê yên piştî erdhejê hatin destpêkirin xaniyên birîsk tên valakirin, gel ji ber ku xaniyek û cihekî lê bimîne nîne nizane dê biçe ku derê û serî li ku bide.   Li Amedê piştî erdhejê di çarçoveya xebatên tespîtkirina xesarê yên bi tevlibûna endezyarên Miduriyeta Derdor, Bajêrvanî û Guhertina Avhewayê û Maseya Krîzê ya Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr de avahiyên ne ewle hatin mohrkirin. Welatiyên bê xanî man nizanin dê çi bikin û biçin ku derê.    Yek ji welatiyên ku li Taxa Şeyhşamîl a navçeya Rezan neçar ma ji xaniyên ku hatine tespîtkirin ku bixesare derkeve Ramazan Kaya wiha got: “Mirov bi lez û bez ji avahiyên bi awayekî giran xesar dîtine tên derxistin. Hinek jî nikarin tiştên xwe jî bigirin. Cihekî hinekan heye ku biçinê, hinekan jî cihekî ku biçinê tune ye. Mirov tiştên xwe yan dibin malên xizmên xwe yên nêz an jî dibin depoyan û li bendê dimînin. Kesên pere wî hene li malan digere lê kesên pere neyî karê xwe ji Xwedê re dihêle. Piştî erdhejê ez û malbata xwe li konên ku li Parka Newrozê hatine danîn bi cih bûn. Mirov êdî ji bajêr çûne li gundan bi cih bûne. Kirê biha bûne, ji ber vê yekê êdî tiştekî ku bike nemaye.”    ’10 ROJ IN EM PERÎŞAN IN’   Fadîme Akgul a anî ziman ku sibê diçin malê êvarî jî li cihekî dimînin wiha got: “10 roj in bi awayekî perîşan em jiyana xwe didomînin. Me zarokên xwe şandin gund, em jî li gor pêdiviyan diçin malê û tên. Rayedaran raporên tam nedane dibêjin nîvxesar dîtiye lê em bawer nakin. Li avahiyê xesareke mezin heye.”   ‘PSÎKOLOJIYA ZAROKAN XERA BÛ’    Tekgul, diyar kir ku dema ji avahiyê derketin bê xwedî mane û tu alîkarî negirtine û ev tişt got: “Dewlet tenê dibêje ‘bila ji avahiyan derkevin’. Avahiyên ku xesar dîtine ne rast û dirûst tespît dikin ne jî eleqeyê nîşan didin. Ewlehiya canê mirovan tune dihesibînin. Psîkolojiya zarokên me xera bûye.”   ‘BILA WEZÎR WERE LÊ BINÊRE’   Kiymet Gurbuz jî anî ziman ku canê mirovan tune tê hesibandin û wiha got: “Em 8 kes dimînin û dîwarên mala me qelişî ne. Ji bo tespîta xesarê kesek hat lê hêj raporek di holê de tune ye. Tevî wê jî ketina me ya avahiyê qedexe ye. Bila Wezîrê Bajêrvaniyê bi xwe were lê binêre û raporê bidin me. Em jî li gorî wê ji halê xwe re çareyekê bibînin.”   ‘MAL TUNE YE KONTEYNIR TUNE YE’   Gurbuz, destnîşan kir ku hevjînê wê nexweş e û di pêvajoya 10 rojan a erdhejê de li eywaneke sporê ya li Rêzanê ji gel re hate vekirin dimînin û wiha berdewam kir: “Divê mirov vê bipirse; tespîtên xesaran ji aliyê tîmên baş ve tên kirin? Em baweriya xwe bi raporên tên dayîn naînin. 2 kes biserûber lê dinerin û diçin. Em derxistin derve û cih nedan me. Konteynir nîne, xanî bixesar in, em nizanin em ê çi bikin.”