Endamê OHD'ê Parêzer Ozdemîr hat definkirin 2023-02-15 19:04:17   AMED - Endamê OHD'ê Parêzer Serhan Ozdemîr ku di erdhejê de tevî malbata xwe di bin kavilên Diyar Galerîayê de mabû û jiyana xwe ji dest dabû, tevî malbata xwe li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Serhan Ozdemîr ku di erdhejê de tevî malabata xwe (8 kes) de di bin kavilên Diyar Galerîayê de mabû û jiyana xwe ji dest dabû, piştî 9 rojan cenazeyê wî û ferdên malbata wî ji bin kavilan hatin derxistin. Ozdemîr û malbata wî li Goristana Yenîkoyê hatin definkirin. Serokê Baroya Amedê Naht Eren, Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrkûlû û gelek parêzer tevlî merasîma definkirinê bûn.