Abdullah Ocalan di rojeva cîhanê de ye: Hûn nikarin roja me tarî bikin 2023-02-15 23:16:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya li ser medyaya sanal de ya bi pêşengiya Komîteya Azadî Ji Bo Ocalan tê lidarxistin ku li seranserê cîhenê gelek kes beşdarî wê bûn, wiha hat gotin: "Hûn nikarin roja me tarî bikin."    Bi pêşengiya Komîteya Azadî Ji Bo Ocalan, di salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser medyaya sanal çalakiya hastagê hat lidarxistin. Çalakî ku bi hastagên "#ÊdîBeseJiTecrîdêRe” û “#FreeOcalanNow” hat destpêkirin, ket rojeva cîhanê.    Komîte ku ji bo beşdariya li hastagê bang kir, daxuyand ku çend sal in di torên medyaya sanal ên aîdî şîrketa Metalê û torên vîdeoyan ên wekî YouTubeyê de navê Abdullah Ocalan, dîmen û wîneyên wî hatine qedexekirin. Komîteyê destnîşan kir ku ji ber vê biryar girtiye ku li seranserê cîhanê çalakî bên lidarxistin.    Gelek bikarhênerên YouTube û torên medyaya sanal ên aîdî şîrketa Metalê, ji bo protestokirina vê qedexeya navbirî bi etîketa “#FreeOcalanNow” wêne û dîmenên Abdullah Ocalan belav kirin.    Di parvekirinên bi gelek zimanan de hat destnîşankirin Abdullah Ocalan 24 sal in tê tecrîdkirin û wiha hat gotin: "Hûn nikarin roja me tarî bikin."